Di medya Îranê de ji bo çalakiyan çi tê gotin?

Beşek ji medya Îranê radigihîne ku gel ji daxwazên xwe mafdar e, lê bi çalakiyan ev yek pêk nayê. Baskekî din jî çalakiyan weke 'karê hêzên derve' radigihîne û gefan dixwe.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên gel ên li dijî xizanî û polîtîkayên zordar ên rejîmê şeş roj li pey xwe hiştin. Medya Îranê ji bo çalakgeran ji kolanan vekişîne gelekî hewl dide. Beşek ji medya Îranê radigihîne ku gel ji daxwazên xwe mafdar e, lê bi çalakiyan ev yek pêk nayê. Baskekî din jî çalakiyan weke 'karê hêzên derve' radigihîne û gefan dixwe.

'GAVA KU DEMA WÊ HAT EZ Ê NÊRÎNÊN XWE BÊJIM'

Mîna gelek rojnameyên li Îranê rojnameya Armanî Emrûz ku nêzî reformîstan e, gotinên Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî kir manşet û îro bi manşeta "Îtiraz gef nînin, firsend in" derket. Li gorî nûçeya rojnameyê, Rûhanî got, "Der barê çavkaniya van pirsgirêkan de hin nêrînên min hene. Gava dema wê hat ez ê bêjim."

'PÊWÎSTIYA ME BI EMELIYATÊ HEYE'

Rojnameyeke din a reformîstan Îtimatê jî daxuyaniyên duh ên rayedarên dewleta Îranê bi gotina "Diyalog, aramî, tedbîr" kir manşet. Rojnameya Efkar a mûxafazakarên lîberal, gotinên Rûhanî kir manşet û bi vî sernavî derket: "Pêwîstiya aboriya me bi emeliyateke mezin heye."

REWŞA MÛXAFAZAKARAN MÎNA HER CARÊ YE!

Rojnameya Cewan a nêzî mûxafazakaran e, di argumana "hêzên derve" de israr dike. Rojnameyê wêneyên rayedarên dewletên DYA û Îsraîlê weşand. Yekane rojnameya ku cih neda daxuyaniyên Rûhanî, rojnameya Keyhan e mûxafazakaran e. Ev rojname bi manşeta "Fitne, kuştina mirovan û xisara li malê cemaweriyê protesto nîne, cînayet e."

'ÎNTIXAR E KU ÇALAKÎ BI HÊZÊN DERVE VE BÊN GIRÊDAN'

Rojnameya aboriyê ya Îranê Cîhanê Senat jî bi îmzeya Saîd Medenî gotarek nivîsand. Di gotarê de Medenî ev şîrove kir: "Întixar e ku mirov çalakiyan bi hêzên derve ve girê bidin. Ev yek wê rê li ber şîdetê veke. Şîdet jî jehra siyaseta demokratîk e."