Di lêpirsîna ‘sêgoşeya mirinê’ de şahidê nû
Di lêpirsîna ‘sêgoşeya mirinê’ de şahidê nû
Di lêpirsîna ‘sêgoşeya mirinê’ de şahidê nû
Di îdianameya di çarçoveya kuştinên kiryar nediyar yên salên 90’ê de hatiye amadekirin de Mehmet Agair, Korkut Eken û Îbrahîm Şahîn wek gumanbarên sereke cih digirin, ji aliyê 13’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin. Kesekî din ku ji vê wehşetê re şahidî kiriye zêde bû. Di lîsteya ku wek ‘sêgoşeya mirinê’ tê bi navkirin de derhênerê kurd Senar Turgut jî hebû, dixwaze ji wehşeta salên 90’î re şahidiyê bike.
Senar Turgut di salên 90’î de li ser israra Savaş Buldan û Behçet Canturk çû derveyê welat û ji înfazê rizgar bû. Turgut dixwaze di doza 15 kuştinên kiryar nediyar de ya li 13’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê tê dîtin şahidiyê bike. Turgut der barê wan salan de cara yekem ji ANF’ê re axivî.
Di 4’ê mijdara 1993’an de serokwezîra demî Tansu Çîler li Otela Holîday Inn lîsteya hunermend û karsazên pere dide PKK’ê aşker akir. Çîlerê got ew dê hesab ji wan bipirsin û înfazan yek bi yek dest pêkir. Di vê lîsteyê de derhênerê kurd Senar Turgut jî hebû.
Sextên li ser Turgut piştî fîlmê wî yê ‘Şevên hatine tarîkirin’ dest pê kir. Fîlm ji ber sahneyên îşkenceyê hat qedexekirin û Turgut li Wanê ji ber fîlm hat girtin û rastî îşkencê hat. Mehekê di bin çavan de rastî îşkenceya giran hat û der barê vê de wiha got: “Tîmên taybet dora min girtin. Parlamenterê SHP’ê Mehmet Alî Ere û Adnan Ekmen hebûn. Her çiqas li dijî vê derketin jî polîsan ez binçavkirim. Ez birim Midûriyeta Têkoşîna bi Terorê ya Wanê. Fîlmê min hincet nîşan dan. Gotin tu propagandaya PKK’ê dikî. Gotin têkiliya te bi PKK’ê re çiye û îşkence li min kirin.
Elektîrîk dan bedena min. Ez birim ser maseya îşkenceyê. Digotin; tu ne yê yekemînî û ne yê dawiyê ye. Digotin; gelek kes li ser vê maseyê derbas bûn. Evqas elektîrik dabûn bedena min ez ji ser hişê xwe çibûm, avêtim hucreyekê.”
EW ÎŞKENCEKAR ÎBRAHÎM ŞAHÎN BÛ
Ji bo em îşkencekaran teşhîs nekin, çavê me girê didan. Rojek ezê biçûma lawaboyê. Li wir kesek hebû, dema ez dîtim, gazî polîsan kir. Qiriya got kê çavê wî vekiriye. Min ji dengê wî fêm kir ku wî îşkence li min kiriye. Çavê min dîsa girtin. Wî kesî got; min tiştek bi te nekiriye, sibê disbê tu tiştekî nekî. Ez derxistim DGM’ê û hatim berdan. Piştî ez derketim min navê wî hîn kir. Navê wî Îbrahîm Şahîn bû.
TURGUT ÊDÎ HEDEF BÛ
Turgut piştî hat berdan demek dirêj tedawî dît. Di sala 1991’ê de ji bo fîlmê Siyabend û Xecê çibû Şaxa Wanê. Li wir tîmên taybet dîsa rehetî nedanê. Tîman her roj bi ser seta fîlm de digirt. Lîstikvan Tarik Akan û Yaman Okay roja dawî dibêjin; çi karê me bi fîlmê kurdî heye û terk dikin. Turgut da zanîn ku lîstikanên din ji bo wî ji binçavan derxînin hewldan. Lê Turgut di bin çavan de du hefteya rastî îşkencê hat û bi îdiaya propagandaya PKK’ê kiriye hat girtin û birin girtîgeha Amedê. Turgut ligel bertekên Ewropayê hat berdan lê dîsa hedef bû.
TALÎMATA ÎNFAZÊ
Turgut da zanîn ku lîsteya ku Çîlerê di sala 1993’an de aşkera kiriye, li Amerîkayê agahiya wî pê çêbûye û got: “Min wek tehdîdê dît. Lê piştî hefteyekê Dogan Gureş li ser lîstê tehdît kir û piştre înfazan yek bi yek dest pê kir. Lîsteya mirinê her ku çû belav bû. Bi taybet li Amed û Çewlîk û Licê. Li wir pevçûnên gerîla û leşkeran çêdibûn. Ez wê demê bo civînê diçûm Almanyayê. Polîsan li balafirgehê ez girtim û birim qerekola balafirgehê. Parêzera min Şenay Gun bi Adnan Yildirim û Şavaş Buldan re hatin cem min. Parêzera min hinceta girtina min pirsîn. Polîsan tiştek nedizanî. Ji bo em hinceta girtina min hîn bibin, me faksek ji Çewlikê re şand û di faksê de ji bilî talimata girtinê tu titşek tune bû. Di wê demê de me hîn kir ku dora înfazê hatiye min.
Şavaş û Adnan ez bi kefaletê dam berdan. Polîsan dest danî ser pasaporta min. Polîs û komîserê ez berdam, der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin. Di encama lêkolîna parêzera min de derket holê ku ev talîmata înfazê ye.
JI 6 KESAN YEK AYHAN ÇARKIN BÛ
Her roj înfaz dihatin kirin. Rojekê li Enqereyê, sekreterê min, Şahîn Erors, siyasetmedar Silêman Uçar li buroya min bûn. Bi ser buroya min de girtin. 6 kes bûne. Dibêjin em polisin. Heval dibêjin em Senar li Stenbolê ye. Piştre min hîn kir ku ji van 6 kesan yek Ayhan Çarkine. Du meh şûnde car bi ser buroyê de girtin. Ji tirsa ez nekarim biçim buroyê û mala xwe.
Adnan Yildirim û Şavaş Buldan her roj digotin biçe derveyê welat. Min jî digot ger hun jî bên ez dê biçim. Lê wan ev qebûl nekir. Rojekê Behçet Canturk hat cem min û got li xwe miqatebe. Ji min re got ew jî di heman lîstê de ye.
ÇÛYÎNA HERÎ BI ÊŞ
Turgu da zanîn ku ev çûyîna wî ya herî bi êş bû û wiha got: “Em li wek her tim li Oteleya Polat hatin cem hev. Hevalên Adnan jî hebûn. Em li lobiyê runiştîbûn. Min di carekê de dît ku kesek me dişopîne. Min ji Adnan re got. Lê wî kesî dema ez dîtim, ji wir dur ket. Em jî hema ji otelê derketin. Ji min re got divê tu biçî derveyê welat. Ev dîtina min ya dawî bû.
Piştî vê hevdîtinê em bi telefonê bi hev re diaxivîn. Piştre Adnan Yildirim, Savaş Buldan û Haci Koray li Casînosa otela Çinar ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û her yek birin cihekî. Kesekî ji Geverê yê bi navê Fetah jî li wir hebûye. Dema polîs tên Fetah li lavaboyêbûye. Lê dema tê, dibe ku wan dibin. Dema tê mal hema agahiyê de malbatên Adnan û Şavaş. Min telefonê birayê Şavaş, Nîhat Buldan kir û got bûyer raste. Piştre midûriyeta polîsan înkar kir.
EZ DIXWAZIM MUDAXÎL BIBIM
Turgut di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ew dixwaze mudaxîlê doza 15 kuştinên kiryar nediyar ya li 13’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê tê ditin bibe.