Di konferansa kurd ya Parîsê de têkoşîn û pêşeroja gelê kurd hat nîqaşkirin
Di konferansa kurd ya Parîsê de têkoşîn û pêşeroja gelê kurd hat nîqaşkirin
Di konferansa kurd ya Parîsê de têkoşîn û pêşeroja gelê kurd hat nîqaşkirin
Di konferansa li Meclisa Netewî a Fransayê a der barê pirsgirêka kurdan de pêk hat, têkoşîna gelê kurd û pêşeroja wan hat nîqaşkirin. Hevserokê giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku divê welatê YE’yê polîtîkaya li ser kurdan revîze bike.
Konferans li salona Vîctor Hugo û bi malovaniya endamê Komîsyona Karê Derve ya Parlamentoyê Françoîs Asensî pêk hat. Konferans diyariyê her sê siyasetmedarên kurd yên hatin qetilkirin, kirin.
Konferansa ji aliyê Koalîasyona Piştevaniya Netewî û organîzasyonên kurdan pêk hat de, bi peyama Asensî pêk hat.
Asensî xemgniya xwe ya bo ku tevli konferansê nebû anî ziman û kêfxweşiya xwe ya ji bo ev konferans li Meclisa Netewî a Fransayê pêk tê anî ziman.
Asensî balkişand ser peymanên Sevr û Lozanê û diyar kir ku kurd bi van peymanan îro li çar parçeyan belav bûne û got sînorê kurdan hatiye kişandin û mafê wan hatiye Înkarkirin. Asensî got rewşa kurdên li Tirkiyeyê îro hê jî bi fikare.
Piştre endamê meclisa Şaredariya Marsîlyayê Joel Dutto jî peyama CNSK’ê xwend û komkujiya Parîsê bibîrxist û her wiha faliyetên Fîdan Dogan (Rojbîn jî vegot.
Endamê Buroya Netewî ya Tevgera Aştiyê Yves-Jean Gallas ku moderatoya civîna maseyê kir, girîngiya stratejîk a Kurdisanê û rewşa hemû parçeyan vegot.
Rojanemger aLure Marchand jî rewaş Tirkiyeyê ya piştî bûyerên Gezî û heta niha vegot.
DEMÎRTAŞ: REWŞA OCALAN BAŞ E
Hevserokê giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî axivî û destpêkê spasiya xwe ya bo pêkanîna konferanseke bi vî rengî anî ziman. Demîrtaş got vê hefteyê bi Ocalan re hevdîtin kirine û got rewşa wî baş e û got ji her kesî re slavên xwe şandiye.
Demîtaş got: Ocalan muxatabê vê pêvajoyê ye. Em hevdîtinên partiya xwe ya bi Ocalan re girîng dibînin. Em wek partiya BDP’ê ji serî de piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Ev 20 sale em bo çareseriya demokratîk hewl didin û me her tim gotiye pevçûn û çek neçareseriyê kurtir dike. Pêvajoya niha dawiya têkoşîna aştiyane ya 20 salane. PKK jî û Ocalan jî rêbaza çekdarî qebûl nake. Her tim ji bo diyalog û muzakereyê amadene. Pêvajoya ji 21’ê Adarê destpêkiriye, pir xesase. Me ev sal pir girîngî dayê. Di vê pêvajoyê de artêşê li gorî agirbestê tevgeriya. PKK’ê beşeke mezin ya gerîlayan vekişand Başûrê Kurdistanê. Hikûmetê jî bi Îmraliyê re hevdîtin domand.
DIVÊ DERBASÎ MUZAKEREYAN BIBIN
Demîrtaş da zanîn ku ji bo çareseriyeke mayînde divê derbasî muzakerayan bibin û got Ocalan jî êdî dixwaze derbasî muzakereyê bibin got divê alîgir ji bo muzakereyê li dora maseyê runin.
SÊ DAXWAZ
Me nêrînê Ocalan ji hikûmetê re ragîhand lê, hêj me bersivek negirtiye. Pirsgirêk ne tenê pirsgirêka siyasî û nasnameyê ye. Ya aborî,îdarî û çandiye. Divê ev hemû bên muzakerekirin. Divê zimanê kurdan bikeve bin ewlehiya qanûnî. Divê nasnameya kurdan bê nasîn. Kurd xwe bi xwe rêve bibin û vê jî wek xweseriya demokratîk îlan dike.Civak bo aştiyê amadeye. Artêş jî êdî ne astenge.
Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku divê dewletên YE’ê û yên Rojava polîtîkayên kurd revîze bike û got dema vê hatiye.
MUSLIM: ME NEXWEST EM BIBIN LEŞKERÊN KESÎ
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî mafê axaftinê girti û wî jî spasiyên xwe kir. Muslim balkişand ser paşeroja Fransayê ya li Rojhilata Navîn û got ew pirsgirêkên kurdan û Rojhilata Navîn nas dike. Muslim wiha got: “Îro têkoşîna Rojava ne tenê bo kurdan bo hemû Sûriyeyê ye. Me di şoreşa Sûriyeyê de nexwest bibin leşkerên tu kesî. “