Di Komkara Ereban de wê muxalif temsîla Sûriyeyê bikin

Di Komkara Ereban de wê muxalif temsîla Sûriyeyê bikin

Wezîrên Karên Derve yên dewletên Komkara Ereban biryar girtin ku, kursiya Sûriyeyê ji rejîma Baas bigirin û bidin Koalîsyona Netewî ya Muxalifan û Hêzên Şoreşger a Sûriyeyê.

Wezîrên karên derve yên Komkara Ereban li paytexta Qatarê Dewhayê civiyan. Di civînê biryar hat girtin êdî li ser navê Sûriyeyê rejîma Baas na, Koalîsyona Netewî ya Muxalifan û Hêzên Şoreşger a Sûriyeyê wekî nûner tevlî komkarê bibe. 

Serokwezîrê Qatarê Şêx Mehemed Bin Ceber Alsanî di civînê de axivî û diyar kir ku, wan wekî nûnerê Sûriyeyê kolasîyon qebûl kiriye.

Koalîsyona Niştîmanî û Hêzên Şoreşger a Sûriyeyê, di 19’ê Adarê de li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê civînek li dar xistibû û di encamê de hem hikûmeta demborî ava kiribû hem jî Xesan Hîtto ku nêzî Amerîkayê ye, wekî serokê hikûmetê hilbijartibû.

Di civînê de biryar hatibû girtin ku, 8-9 wezaret bêne avakirin û li cihek bi ewle ya Sûriyeyê ku di bin kontrola muxalifan de ye kar bikin. Her wiha hatibû gotin ku, hedefa hikûmetê ew e ku destpêkê kursiya Sûriyeyê ya di nava Komkara Ereban de, piştre jî kursiya li Neteweyên Yekbûyî bidest bixin û bi vî rengî rewabûna rejîma Sûriyeyê bixin.