Di kombûna ciwanan a li Voralberg de şoreşa Rojava hat nirxandin

Li bajarê Awûstûrya Voarlbergê, ciwanan dewleta Tir protesto kirin. Di kombûna ciwanan de şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî hat nirxandin.

Li bajarê Awûstûrya Voarlbergê, ciwanan dewleta Tir protesto kirin. 

Li bajarê Awûstûrya Voralbergê, Ciwanên Azad û Ciwanên Sosyalîst ên Awûstûryayê, li ser navê Karl Marks semînerek ji du rojan organîze kirin.

Di roja destpêkê ya semînerê de şoreşa Rojava hat nirxandin. Piştî roja destpêkê, ciwanan meşek lidar xistin û polîtîkaya dewleta Tirk a qirkirina Kurdan şermezar kirin.

Di meşê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Tirkiye" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Di mîtînga piştî meşê de li ser navê ciwanên sosyalîst Florîan Keller û li ser navê Ciwanên Azad Voarlbergê Dîlan Baz axivîn. 

Di roja duyemîn a semînerê de wê komkujiyên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û berxwedana ciwanên Kurd werin nirxandin.

...