Di kampa li Midyadê de gelo cerdevan dixebitin?
Di kampa li Midyadê de gelo cerdevan dixebitin?
Di kampa li Midyadê de gelo cerdevan dixebitin?
Şaxên ÎHD û SES'ê yên Mêrdînê der barê xwekuştina penabera 35 salî Sabîha Hudeyîr a ku bi nexweşiya tapê (epîlepsî) ye lêkolîn kir. Heyetê ragihand ku encameke ku bê Hudeyîr rastî tecawizê hatiye yan na nehat bidestxistin. Di raporê de hat gotin ku li kampa di kontrola dewletê de hin kesên tu wleqeya wan bi kampê re tune ne bi rehetî dikevin kampê û îdîayên pir cidî hene ku li kampê kesên berê cerdevantî dikirin dixebitin.
Li kampa penaberan a li Midyad a Mêrdînê ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatiye vekirin jina penaber Sabîha Hudeyîr a ji Sûriyeyê ye xwe kuşt. Hat îdîakirin ku Hudeyîr piştî tecawizê xwe kuştiye. Der barê bûyerê de heyeta ku ji ÎHD û SES'a Mêrdînê pêk tê li kampê lêkolîn çêkir. Heyetê ragihand ku Hudeyîr a ku bi nexweşiya tapê ye û bi zarokekê re dijî di 2'yê Îlonê de ji ber nexweşiyê rakirine nexweşxaneyê û li wir jiyana xwe ji dest daye.
Heyetê hevdîtina ku bi Dozgerê Komarê yê Midyadê re kiriye bi van gotinan rave kir: "Di otopsiya Hudeyîr de em rastî tecawizê nehatine. Sedema mirina wê piştî rapora ku ji Saziya Tipa Edlî were dê diyar bibe. Di şeva 2'yê Îlonê de hatiye dîtin ku ajokar ketiye konê ku Hudeyîr lê dimîne lê îfadeya wî nehatiye girtin. Lêpirsîna der barê bûyerê de bi baldarî didome."
Heyetê destnîşan kir ku li Midyadê ewlehî ji hêle hêzên leşkerî û ewlehiya taybet ve tê kirin û der barê bê rastî tecawizê hatiye yan na de agahiyên zelal nehatiye bidestxistin, lê belê beyî mirina wê kesekî ku tu têkiliya wî bi kampê re tune ye çûye konê ku ew lê dimîne û ev jî rê li ber gumanan vedike.
Heyetê da zanîn ku heke der barê bûyerê de lêpirsîneke cidî neyê kirin wê demê ev îdîayên tên kirin wekî ku rastin binirxînin û ji ber vê yekê der heqê rayedaran de serlêdana sûc bikin.
Heyetê bi bîr xist ku piştî mirina Hudeyîr 3-4 roj şûnde îdîayên ku ji ber tecawizê xwekuştiye derketin holê lêpirsîn dane destpêkirin û daxwaza hevdîtinê ji qeymeqam û dozgeriyê kirine tenê bi dozger re hevdîtin kirine.
LI KAMPÊ CERDEVANÊN BERÊ HENE?
Li gel vê di raporê de ev xal jî tê destnîşankirin: “Li kampa di kontrola dewletê de hin kesên tu eleqeya wan bi kampê re tune ne bi rehetî dikevin kampê û îdîayên pir cidî hene ku li kampê kesên berê cerdevantî dikirin dixebitin.”
Di raporê de hat xwestin ku divê jiyana kesên di kampan de dixebitin bê lêkolînkirin û piştî perwerdeyê dest bi kar bikin û ji bo vê xisûsê mekanîzmayek bê çêkirin. Her wiha hat diyarkirin ku pêwîst e çi li Midyadê çi li Nisêbînê her du kamp jî ji kontrola saziyên civaka sivîl re bên vekirin.