Di hovîtiya tecawîzê de hejmara tecawizkaran gihişt 8’an

Di hovîtiya tecawîzê de hejmara tecawizkaran gihişt 8’an

Zaroka bi navê E.A ya li Çewlîkê rastî tecawîza 6 leşkerî hat. Piştî bûyerê Dozgeriya Komarê ya Çewlîkê diyar kir ku li gorî rewşa delîlan, hejmara bersûcan gihiştiye 8’an û got berhevkirina delîlan hêj didome û got biryara veşariyê dane ser dosyayê.

Piştî bûyera tecawîza zarok bi navê E.a ya li Çewlîkê qewimî şûnde  bertek her diçin zêde bin. Dozgeriya Komarê ya Çewlîkê di malpera Walitiyê de daxuyanî da. Di daxuyaniya ku ji aliyê dozgeriyê ve hatiye dayîn de got: “Malbata mexdurê di 11’ê Gulana 2013’an de serî polîsan dide. Malbat diyar dike ku mexdur li mala gumanbarekî dimîne û li ser vê lêpirsîn hatiye destpêkirin.  Li gorî îfadeya mexdurê di demên cuda de ev gumanbar pê re ketine têkiliya zayendî û  got ev dem navbera salên 2011 û 2013’an dihundirîne. Li ser vê yekê 4 gumanbar  bi hinceta bên girtin sewqî Dadgeha Cezaya Sulh a Çewlîkê hat kirin. Lê di nava demê de gumanbaran îtîraz kir û ji aliyê dadgeha jor ve îtîraza wan hat qebûlkirin, hatin berdan.”

Di daxuyaniya ku ji aliyê dozgeriyê ve hatiye dayîn de, hate destnîşan kirin ku lêpirsîn didome û li gorî rewşa delîlên nû hejmara bersûcan derketiye 8’an û got berhevkirina delîlan didome. Der barê 8 gumanbaran de lêpirsîn didome.”

Li aliyê din jî wezareta Polîtîkayên civakî û Malbatî der barê bûyerê de mufetîş peywirdar kirin û du pisporên xizmeta civakî li herêmê xebatan dimeşîne.