Di hilbijartinê de ya li Hong Kongê de çalakger biserketin!

Li Hong Kongê di hilbijartinan de “aligirên demokrasiyê” bi ferqeke mezin bi ser ketin. Encamên hilbijartinê bi taybet weke bersiveke diyar ji bo Çîn û aligirên hikûmeta Çînê tên nirxandin.

Tevî ferqeke mezin a di sindoqan de Wezîrê Karê Derve Wang Yî got encam çi dibe bila bibe Hong Kong ‘parçeyekî ji Çînê ye’. Wezîr dema serdana Tokyoyê de daxuyanî da û wiha got; “Hemû hewldanên bi mebesta çêkirina alioziya di navbeyna aramiyê û xweşî ya bi Hong Kongê re mecbûrî têkçûyinê ne”.

Serokwezîrê Hong Kongê Carrîe Lam jî daxuyaniyek da û encamên hilbijartinê qebûl kir. Lam got hikûmet rêz ji encaman re digre û bi dilnizmî guhdarî gel bike.

Li piraniya meclîsên 18 navçeyan ên herêmê aligirên demokrasiyê bi ser ketin. Heta niha kesên ku bi Pekînê re di heman xetê de kar dikirin dihatin hilbijartin.

Hilbijartin ji 452 kursiyan tenê 235’an eleqedar dike. Li gorî encamên ne fermî endamên aligirên demokrasiyê 196 kursî bi dest xistin, aligirên Pekînê 27 û yên xweser jî 12 kursî bi dest xistine.

Di hilbijartina 2015’an de rêjeya beşdarbûnê 47 ji sedî bû, di hilbijartina roja Yekeşmê de ev rêje bû 71 ji sedî. Bi giştî 4.13 mîlyon hilibijêrên qeyda wan hene.