Di hevdîtina dawî ya Qasimlo û şanda Îranê de çi hate axaftin?
Di hevdîtina dawî ya Qasimlo û şanda Îranê de çi hate axaftin?
Di hevdîtina dawî ya Qasimlo û şanda Îranê de çi hate axaftin?
Beriya ku Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî werin qetilkirin, hevdîtina dawî ya ku bi rayedarên rejima Komara Îslamî ya Îranê ya li paytextê Awûstûrya Viyanayê pêktîne, Qasimlo daxwaza xwerêveberiya herêmî, zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û gelek xalên din rêz dike…
Gelek kes dixwazin bizanin axiftinên ku li Viyenayê di navbera Dr. Ebdurehman Qasimlo û dîplomat-terorîstên Komara Îslamiya Îranê çêbûn çi bûn.
Rojnameya ''Le monde diplomatique''a Fransî roja 1'ê Çileya 1998 nivîseke dîrokzan Chris Kochera, derbarê naveroka gotûbêja Dr. Qasimlo û şanda rejîma Îranê di hevdîtina Viyenayê de weşand. Govara ''Areş'' di hejmara 65 de wergera farisî ya babetê belav kir.
13'ê Tîrmeha 1989’an Ebdulrehman Qasimlo sekreterê giştiyê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î), bi dû guleyan ku, li serê wî ketibûn, bi dû hevalê xwe re, li bînayekî çend qat ê paytextê Awûstûrya Viyenê hate qetilkirin.
Wê demê, deh sal bû ku şer di navbera artêşa rejima Îslamî ya Îranê û pêşmergeyên Kurd de berdewam bû. Piştî hevdîtina yekem di Kanûna 1988’an û Çileya 1989'a, Qasimlo car din hevdîtin bi aliyên Îranî re dubare kir. Yek ji wan nûneran Mihemed Ceifer Sehrawêrdî, cihgirê Serokê Îtilaata (navxwe) ya pasdarên şoreşê li Kurdistanê bû, ku di gulebarandinê de bi xwe jî birîndar bû.
Sehrawêrdî ku di nexweşxaneyekê de hatibû razandin, ji aliyê polîsê Otrîşê ve destora derçûnê didinê û ew xwe digehîne balyozxaneya Îranê. Navbirî 22'ê Tîrmehê ji Otrîşê derdikeve. Parêzerekî (Skort) din yê Îranê bi navê Bozurgiyan bi awayekî demkî di îdareya polîs de tê ragirtin, piştre biryara girtina wî ku, berê hatibû dayîn, tê helweşandin û ew jî vedigere Îranê. Kesê sêyem Hacî Mistefewî Lacewerdî serokê beşa İtilaat(navxwe) li Kurdistanê, bi azadiyeke tam karî ji Awûstûryayê derkeve.
Gotûbêja şanda Tehranê û rêberên Kurd ji aliyê beşdarên civînê li ser kasetê hatiye tomar kirin. Ew kaset di destê polîsan de bû, di dawiyê de radestî berpirsên PDKÎ kirin. Ebdulla Hesenzade sekreterê giştiyê PDKÎ destûra guhgirtina kasetan da. Qasimlo qet ewqas bi hûrbînî behsa xweseriya ji bo Kurdistana Îranê nekiribû:
Pirs û bersivên aliyên Îranê (Nûnerên rejîma Îranê) ku, bawer nedikirin rojek ji rojan axaftinên wan aşkera dibe, bi eşkerahî natebayî di bîr û dîtinên wan de diyare.
Gelo bikujên Dr. Qasimlo piştî bihîstina dîtinên wî biryara kuştina wî dane? Yan beriya destpêka gotûbêjan biryara kuştinê hatibû girtin?
Bi guhdarkirina kasetan senaryoyên jêr têne ber çav:
Desthilatdarên Îranê ku, dizanîn bizava Qasimlo piştî şerê bi wan re û perçebûna navxweyiya sala 1988'a de lewaz û perçe bûye, herwiha dizanîn ku Qasimlo pêxweşe pirsgirêk bi rêya gotûbêjan çareser bibe, ji ber vê jî rayedarên Îranê hêvî dikirin ku Qasimlo bi kêmtirîn daxwazan, wate destûra serbestkirina xebata azad ya partiya wî di Îranê de razî bibe. Lê piştî ku, Qasimlo amadekariya li ser wê dike ku, lazime rêberên nû yên Îranê (Çend roj beriya gotûbêjan Xumeynî miribû) daxwaza xwerêveberiya Kurdan qebûl bikin, nûnerên Tehranê piştî yekemîn dîdarê, peywendiyê bi berpirsên xwe re dikin ku diyare destûra kuştinê didin wan.
Sehrawêrdî radigehîne ku,''me bi hev kiriye ku ew hevdîtina me bi temamî nihênî bimîne''.
Ji ber ku, '' Hin dijmin hene ku, naxwazin ew pirsgirêk çareser bibin''. Ew dibêje'' Heta dinav hikûmeta Îranê de jî hin alî hene ku, li dijî wan hevdîtin û peywendiyane. Di asta rêveberên welat de jî, axiftina raste rast derbarê wan meseleyan de ne pêkane ye.''
Dr.Ebdulrehman Qasimlo tê ser kakila meselê û got: ''Di du hevdîtinên berê de, em li ser du xalên serekî axivîn: pejirandina xwerêveberînê û têkoşîna azadaneya partiya me dinav welat de. Derbarê xala duyem de, me di deftera siyasiya partiya xwe de behseke dûr û dirêj li ser mijarê hebû, ka gelo pêşmergeyên Kurd çekên xwe radestî hikûmetê bikin yan ne?
Defter siyasiya me di vê baweriyê daye ku, nabe çek bêne radest kirin. Lazime hûn fêm bikin ku piştî deh sal şer û ewqas qurbaniyan, xwerêveberî bûye sembola daxwaziyên me. Hûn dixwazin em peyveke din bikar bînîn? Eger naveroka xwerêveberiyê qebûl dikin, çawaye ku ji peyva xwerêveberiyê ditirsin?''
Qasimlo, ku di vê demê de xwe zilamê xwerêveberiyê binav dike, dibêje: ''Nifşê min, nifşê demokrasî û xwerêveberiyê ye.'' Piştre tevî daxwaza berdewamiya gotûbêjan, wan agahdar dike û dibêje: '' Ger pirsgirêka Kurd çareser nebe, ev mesele dibe sedema dûrketina ji hikûmeta navendî û cûdabûnê.''
Sehrawêrdî: '' Cara yekemîne ku, em di axiftinên xwe de behsa wan tiştan dikin ku îslam ji bo miletên xwe dike. Em ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe guh nadin tu kesî, ne Rojhilat ne Rojava, em amadene xwe bikîn fedayê bîr û baweriyên xwe.''
Qasimlo: ''Dixwazim tiştekî ji were ragehînim, ez bi wa hemû berbestên ku we bi peywendiya bi ragehandina xwerêveberiyê de gotin, îqna nebûm...di rewşa heyî de Xumeynî û Refsencanîne ku nimêja îna Tehranê bi rêve dibin. Ew dikarin raya xwe derbarê xwerêveberiya Kurdistanê de ragehînin.”
Piştre Qasimlo bi dirêjî dîtinên xwe derbarê xwerêveberiyê îzah dike:
''Ji bo me çar xalên serekî hene: 1. xwerêveberî bi wateya kombûna desthilatê li navendê, 2. Zimanê Kurdî, lazime zimanê Kurdî li herêmên kurdan weke zimanê fermî bê qebûlkirin, 3. Diyarkirina sinorên herêma xwerêveber, bo wê mebestê lazime faktorên coxrafiya, aborî û bi taybet daxwaza xelkên li herêmên kurdan de dijîn, bêne berçav girtin, 4. Ku ji bo gelê Kurd xaleke girînge, lazime parastina navxweyiya herêmên kurdan ji aliyê kurdan ve bê rêvebirin. Em tiştekî zêdetir naxwazin. Biqasî ku peywendî bi bicîh hatin û cîbicîh bûna wan xalan heye, em rastbînin. Wek mînak li ser diyar kirina sinorên herêmên xwerêveber, nakokî û pirsgirêkên biçûk çêdibin. Lê Kurd amade nînin li ser tiştên biçûk şer bikin, bi şertekî ku xalên serekî bêne erê kirin''.
Nirxandinên Qasimlo derbarê encama gotûbêjan:
''Nabe peyva xwerêveberiyê bê guhertin. Ev peyv ji bo gelê kurd xwedî wateyeke dîrokiye. Peyveke sembolîke. Ez his dikim ku, hûn dê naverokê qebûl bikin lê dixwazin em dawî li peyvê bînin. Di ola îslamê de gava ku teksteke pîroz tê xwendin, nabe bê gotina '' Bismilahî rehmanî rehîm'' destpê bibe. Ji bo me jî tam wisaye. Hûn naveroka xwerêveberiyê qebûl dikin lê bêy "Bismilahî rehmanî rehîm."
Şandeya Îraniyan dibêjin, ji bo berdewamiya gotûbêjan ku, hêviyeke mezin afirandiye lazime em bi Tehranê re peywendiyê çêbikin. Roja 13'ê Tîrmehê Sehrawêrdî dibêje ku, peywendî bi dostan re çêkiriye: '' We duh got ku rêveberên Îranî dikarin di nimêja înê de derbarê xwerêveberiyê biaxivin...hin mesele hene ku berpirs û îmamên nimêja înê dikarin derbarê wan biaxivin. Lê lazime bizanin ku derbarê hin meseleyan de fikrên me ji hev cudane.''
Sehrawêrdî dest bi behseka dûr û dirêj dike ku tu peywendiyek bi meselê re nîne.'' Em bêne ser meseleya xwerêveberiyê. Di vê barê de du fikir hene.
Xala yekem: Yek ji wan fikran me vedigerîne serdema îmam Elî û ev bû ku hezretê Elî di navenda xelafetê de rûniştibû û hikumet dikir. Lê hin navçe bi navê ''wîlayet, parêzgehan'' hebûn ku rêveberiya wan bi destê hakim (walî)yan bû û li gor navçeyên xwerêveber, xwedî desthelateke berbelavtir bûn.
Li aliyekî din hin kes hene ku dibêjin serdema hezretê Elî û niha ji hev cudane, dijmin çar dewrên me girtiye. Wate welatên ku endamên peymana Natoyê ne, rejîmên kevneperest, ku nahêlin xwerêveberî di çarçoveya xwe de bimîne.
Ew hewil didin ku çarçoveyê berîn û berfirehtir bikin, heta di dawiyê de digehîjin serxwebûnê. Madem wisaye xwerêveberî meseleyek nîne ku em bi du gotarên nimêja înê de çareser bikin.
Xala duyem: PDKÎ hem dixwaze şert û mercên berê biparêze hem jî bi Komara Îslamî re gotûbêjê bike, lê ez bawerim ku ev yek nayê qebûl kirin.''
Sehrawêrdî berdewamiya axiftinê dispêre Hacî Mistefewî. Navbirî dibêje: '' Bi navê xwedêyê rehman û rehîm''...partiyên komunîst derbarê gelan pistgiriya teoriya Stalîn dikin. Ereb dibêjin ew raya me ye. Partiyên Sosyal demokrat çareseya xwe hene û bi qasî ku peywendî bi Komara îslamî re heye, wan heya niha tu daxuyanî nedane.
Ger em bikarîn karekî bikin ku Komara Îslamî bi awayekî cidî mijûlê vê meselê bibe û têorîze bike, bi xwe serkeftineke gelek mezine. Di ola îslamê de, gûman nîne ku Pêxember, Mihemed û cêgirên wî rê û rêbazên taybet bi xwe hebûne. Hêvî dikim rejîm piştgiriya wan meseleyan bike û di navbera rêbazên kilasîk û yên ku hûn dibêjin, navbereke herduyan peyda bike.''
Qasimlo: ''Hûn dibêjin di şert û mercên niha de meseleya eslî çareseriya xwerêveberiyê nîne, belkî çareseriya peywendiya dinavbera PDKÎ û komara îslamiya Îranê ye. Em hatine vir ji we bixwazin ku meseleya xwerêveberiyê çareser bikin.''
Dr. Qasimlo dixwaze behsa mafê xwerêvebertiyê îzah bike ka bi çend şêweyan cîbicîh dibe: Xweserî, federalîzm yan xwerêveberî.
Di berdewamiya axiftinan de dibêje: '' A ku ji bo me girînge eve, ka komara îslamî bi rastî dixwaze pirsgirêka gelên Îranê çareser bike? Ger bersiva Îranê erêye, em dixwazin bizanîn ka dê çawa çareser bike? Gelo bi awayê serxwebûnê, federalîzmê yan xwerêveberiyê?
Me weke Kurd kêmtirîn tişit daxwaz kirine. Em federalîzmê jî qebûl dikin, bi dilniyayî dibêjim bi baweriya min ji ber ku di dema xwe de di îslamê de cureye federalîzmek hebûye baştire federalîzm bê helbijartin û pejirandin, ne federalîzm û ne xwerêveberî, ew tê vê wateyê ku hûn naxwazin meseleya gelan di nav Îranê de çareser bikin.''
Qasimlo digehije vê encamê: ''Belkî di paşerojê de beşeke din ya xaka Îranê xwerêveberiyê bixwaze. Lazime ew azadî hebe û bi uslub û pirensîb meseleyên navxweyiyên Îranê bêne çareser kirin ku hemû alî qebûl bikin. Hem Ereb, hem Belûç, hem Tirkmen û hem jî Kurd, ger em îro wan meseleyan çareser nekin, dibine belayeke giştî ji bo welatê xwe.''
Piştî berdewamiya çend hevtinan, roja paştir bo berdewamiya gotûbêjan tê diyar kirin. Fazil Resûl, kurdê Îraqî ku navbeyînkarê gotûbêjane, dibêje: '' Yan hûn dê bigehine hin hevpeymanan û gotûbêjê berdewam dikin, bi şerta ku şer raweste, yan jî bêy ku şer raweste, gotûbêj dê berdewam bin. Lê bi her awayî bi taybet ku şert û merc jî li holê ye, bigehijin encam û hevpeymanê baştire.
Belkî 3 salên din şert û merc bên guhertin û hevsengiya hêzan weke niha nemîne û şert û mercên vê demê tiştek din bin.''
Ev peyvên dawiyêne. Dengê kursî û maseyan tê, piştre dengê çar teqeyên bêdeng ku xuyaye bi çeka teyar û bi amûra bêdengkirinê hatiye kirin, tê. Bêdengiya bêdawî...