Di gireva birçîbûnê ya li Brukselê de ‘êşên hevpar’ gihan hev

Di gireva birçîbûnê ya li Brukselê de ‘êşên hevpar’ gihan hev

Çalakiya birçîbûnê ya ji bo piştevaniya bi ajansa nûçeyan ya ETHA ku li paytextê Belçîka Brukselê kete roja pêncan, piştgiriya ji bo çalakvanan mezin dibe.

Şanda Baskê Netewa Demokratîk ya Filipînê (National Democratic Front of the Philippines) serdana Tirkiyeyiyên mexdûrên îşkenceyê ên di çalakiya birçîbûnê de kirin. Li ser navê heyetê nûnerek axivî û piştgiriya xwe ya bi çalakiyê re anî ziman û got, li welatê wan jî heman pirsgirêk rû didin.

Şandeya Filipînî da zanîn ku, aktîvîstên rêxistina wan, milîtanên wan û endamên wan di bin îşkenceyê de ne û gelek ji wan jî di bin îşkenceyê de hatin qetilkirin û bilêv kir ku, êşên wan hevparin.

Nûner destnîşankir ku, li welatê wan jî îşkencekarên weke Polîs Sedat Selîm Ay ê li Tirkiyeyê hene û ji vana jî yek General e ku ji ber dozên li ser vebûne xwe veşartiye. Diyarkir ku, ew tekoşînê didin meşandin da ku wî bidin girtin. Bi vê boneyê nûner çalakî silav kir û aşkera kir ku, ew dê tekoşînê mezin bikin.

Hevserokê AveG-Kon’ê Bakî Selçûk jî piştgirî da çalakiya birçîbûnê. Selçûk ku du rojan di çalakiya birçîbûnê de ma û silav li çalakiya ku ji bo pêkûtiyên li ser ETHA’yê bidawî bibin û îşkencekar bêne darezandin, kir.

Hevseroka Yeketiya Jinên Sosyalîst Esra Demîr jî serdana çalakvana kir û peyamek da.

Çalakvanan bi armanca vexwendina mitînga ku dê 7’ê Cotmehê li ber Parlementoya Ewropayê pêkbê, li ser rêya Place Burs belavok belav kirin.