Di fûtbola Tirkiyeyê de nijadperestî: Ji Denîz Nakî re ‘ceza’
Ji Denîz Nakî yê di Amed Sporê de ye cezayê 3 sal û 6 mehan ji futbolê menkirinê û 273 hezar TL cezayê pereyan hate birîn.
Ji Denîz Nakî yê di Amed Sporê de ye cezayê 3 sal û 6 mehan ji futbolê menkirinê û 273 hezar TL cezayê pereyan hate birîn.
Dewleta Tirk herkesa/ê ku nikare teslîm bigire û kesên li hember polîtîkayên wê radibe, ji xwe re dike hedef.
Saziya Disîplîna Fûtbola Profesyonel a Tirkiyê (PFDK) ji fûtbolvanê Qluba Faaliyetên Sporê ya Amedê Denîz Nakî re ceza birî.
Denîz Nakî bi mesajên xwe piştgirî da Efrîna ku rastî êrîşên dagirker tê. PFDK’ê bi hinceta ku Nakî ‘propagadanya cudakarî û bîrdoziyê’ kiriye, ew ji bo 3 sal û 6 mehan ji musabakayan men kir û 273 hezar TL cezayê perayan lê birî. Derbarê Denîz Nakî her wiha biryara ‘mehrûmiyeta mafan a daîmî’ hate dayîn.