Di Festîvala Çandê ya Kurd a li Îskandînavyayê de daxwaza ‘Azadî ji bo Ocalan'
Di Festîvala Çandê ya Kurd a li Îskandînavyayê ya 21’emîn a li Swêdê ya li bajarê Orebroyê daxwaza azadiya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkete pêş.
Di Festîvala Çandê ya Kurd a li Îskandînavyayê ya 21’emîn a li Swêdê ya li bajarê Orebroyê daxwaza azadiya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkete pêş.
Nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên Swêdê peyama piştgiriya ji bo gelê Kurd dan.
Parlementerê HDP’ê Ahmet Yildirim, Nûnerê YNK’ê yê Swêdê Salih Qaytûlî û Hevserokê Komeleya Civakî ya Kurd a Demokratîk a Swêdê Hamît Bîten axivîn.
ŞAREDAR: EM Ê YÊN GIRTÎ BI HEV RE AZAD BIKIN
Şaredarê Orebroyê Kenneth Nîlsson şaleke Kurdewar li stûyê xwe gerand û derket ser dikê û bal kişand ser vî tiştî ku li Tirkiye û Kurdistanê bi sedan rojnamevan, akademîsyen û endamên HDP’ê hatine girtin û got, “Em ê yên girtî bi hev re azad bikin.”
KOMELEYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ: GELÊ KURD JI BO MIROVAYETIYÊ ŞER DIKE
Trûdy Hellqvîst ê ku endamê lijneya rêveber a komeleya neteweyên yekbûyî ye diyar kir ku gelê Kurd ne bi tenê ji bo xwe, ji bo hemû mirovayetiyê şer dike û destnîşan kir ku şervanên YPG/YPJ li Rojava û Şengalê bi têkoşîna xwe li cîhanê deng dane.
AHMET YILDIRIM: AKP Û ERDOGAN LI BER SIKRATÊ NE
Parlementerê HDP Ahmet Yildirim diyar kir ku dewleta Tirk ne bi tenê li parçeyekî Kurdistanê li Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dijminatiya Kurdan dike û got, “Sedema ku pêkutiya xwe zêde dikin ev e ku, ew jî dizanin dawiya pergala wan a dagirker tê. AKP û Erdogan êdî li ber sikratê ne. Ji ber ku her ku nêzî têkçûnê dibin, zêdetir êrîş dikin. Referandûma li Başûrê Kurdistanê her çiqas metoda wê şaş be jî em piştgiriya îradeya gelê Başûr û piştgiriya gavên tê wateya azadiyê dikin. Em bi gelê xwe yê Başûr re ne. Xwezî hemû partiyên Kurdistanî bihatina cem hev û biryareke hevpar bidana û wisa referandûm çêkirina. Lê dîsa jî serxwebûn wekî mafê hemû gelên cîhanê, mafê meşrû yê Başûrê Kurdistanê ye jî. Me berê rêzdar Barzanî hişyar kiribû, me gotibû ‘dijminê bavan, nabin dostê lawan’. Lê Tirkiyeyê îro plana dagirkeriya li ser Başûr erê kiriye.”
Yildirim axaftina xwe wisa domand, “Em ê bi berxwedanê vê faşîzmê têk bibin. Roj roja yekîtiyê ye. Divê em yekîtî û tifaqa xwe zêdetir bikin. Em li ber xwe bidin û têkoşîna xwe geş bikin.”