Di êrîşên li Iraqê de herî kêm 29 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên li Iraqê de herî kêm 29 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên li Iraqê de herî kêm 29 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li paytexta Iraq Bexdayê û qadên bazarê yên li derdora wê, di encama êrîşên bombeyî de herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan, li navçeya Kerkûk Hewîcê jî di encama êrîşa li hemberî navenda polîsan de 10 kes mirin.
Li bakurê paytexta Iraq Bexdayê, li qadeke bazarê ya bajarê Şîa Sabaa el-Bûr çar bombe teqiyand. Di bûyerê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li taxa Dûra ya Bexdayê jî, ku piraniya şêniyên wê Sunnî ne, di êrîşa li qada bazarê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan 15 kes jî birîndar bûn.
Wekî din, li navçeya Kerkûk Hewîcê, di encama êrîşeke çekdarî ya li hemberî navendeke polîsan de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, tevî sivîlan 20 kes birîndar bûn. Teqîna du wesayîtên bombebarkirî yên li navenda polîsan, rê li ber xisareke mezin a madî vekir.
Li Iraqê ji destpêka meha Îlonê û vir ve di bûyerên dijwariyê nêzî 700 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji destpêka salê û vir ve jî zêdeyî 4 hezar û 500 kesan di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dane.