Di êrîşên li Iraqê de 6 kes mirin
Di êrîşên li Iraqê de 6 kes mirin
Di êrîşên li Iraqê de 6 kes mirin
Li bajarên Suniyan ên nêzî paytextê Iraqê Bexdayê teqînan rû da û 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gel êrîşa dawî, li Iraqê di nava mehekê de 420 kesan jiyana xwe ji dest da.
Çavdêrên navneteweyî êrîşên vê dawiyê dişibînin êrîşên sala 2006-2007’an ên di navbera mezheban de rûdayî.
Di teqîna li bazara bajarê Ebu Xerîb ya dikeve rojavayê Bexdayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn.
Li herêmek ya nêzî Karmayê, çekdaran gule li komek ya polîsan reşand. Li vir jî 3 polîs mirin.
Li bajarê Tacî jî di garajek ya otomobîlan de teqînekê rû da û 5 kes birîndar bûn.
Li bajarê Şarkat jî li dijî milîsên Antî-El Qaîde ên binavê Sahwa êrîş pêkhat.