Di êrîşa Reyhali de der barê peywirdarên cemawerî de lêpirsîn

Di êrîşa Reyhali de der barê peywirdarên cemawerî de lêpirsîn

Serdozgeriya Komarê ya Hatayê, der barê êrîşa li Reyhanliyê de biryar da ku der barê hemû peywirdarên qada cemawerî yên ku îhmala wan hene de lêpirsîn dane destpêkirin.

Ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Hatayê ve daxuyaniyek hat dayîn û hate diyarkirin ku der barê teqînên di 11’ê Gulanê de li Reyhali pêk hatine de lêpirsîn hate destpêkirin. Dozgeriyê wiha got: “Der barê bûyerê de lêpirsîn didome. Der barê hemû peywirdarên cemawerî de yên îhmala wan heye de dê lêpirsîn bê destpêkirin.”