Di erdhêja Pakîstanê de bi sedan kes mirin
Di erdhêja Pakîstanê de bi sedan kes mirin
Di erdhêja Pakîstanê de bi sedan kes mirin
Li herêma Belucîstan a Pakîstanê roja sêşemê bi meznahiya 7.7 erdhêj pêk hat û bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da.
Berdevkê walitiya Belucîstan Jan Buledî, da zanîn ku di erdhêjê de li bajarê Avaran û gundên derdora wê 208 kesan jiyana xwe ji dest daye û fikara ku dê hejmara girtiyan zêde bibe heye.
Buledî destnîşan kir ku herî kêm 340 kes birîndar bûne û got: “Di warê xizmetên tenduristiyê de pirsgirêkên cidî tên jiyîn û ji bo tedawîkirina birîndaran cih li nexweşxaneyan nemaye.
Buledî got birîndarên giran bi helîkopterê şandine Karaçî û yên din jî şandien herêmên cîran û got: “Nêzî 200 leşker sewqî paytexta Quetta ya Belucîstan a ku erdhêj lê bi bandor bû, kirin. Ji ber ku herêm çiyayî ye, ekîb di warê lêgerînê de zehmetiyan dikişînin.
Erdhêj di 24’ê îlonê de li herêma herî xizan a Belucîstan pêk hat. Erdhêj 23 km di bin kurahiya erdê de pêk hat.