Di emniyetê de erdheja Geziyê

Di emniyetê de erdheja Geziyê

Midûrên îstîxbaratê ên Stenbol, Enqre û Îzmîrê ji peywirê hatin girtin.

Lîsteya tayînkirina midûrên emniyetê ên ji aliyê Midûriyeta Giştî a Emniyetê ve hatiye diyarkirin, ji midûriyetên emniyeta bajaran re ragihandin.

Ji ber sedema berxwedana Taksîmê di şaxên îstixbarata Midûriyeta Emniyetê de guhertinên mezin çêbûn.

Li rexmî ku tayîna midûrên îstixbarata Stenbol, Enqere û Îzmîrê tunebûn jî Midûriyeta Giştî a Emniyetê, ew ji peywirê girtin û tayînî akademiya polîsan kirin.

Li Stenbolê 67, li Enqereyê 57 midûr û amir ji ber sedema ‘peywira şerqê’ tayînî bajarên din kirin.

Hate hînbûn ku, Midûrê Qelemê Taybet Melîh Bahatîn Baştak ê Midûrê Emniyeta Stenbolê Huseyîn Çapkin tayînî Şirnexê, Midûrê Şaxa Asayîşê Ertan Erçikti Elazix, Midûrê Şaxa Personel Mustefa Şen jî tayînî Erzînganê kirin.