Di doza sereke ya 'KCK'ê de rûniştina 59. dewam dike

Di doza sereke ya 'KCK'ê de rûniştina 59. dewam dike

Li Amedê, di doza 'KCK'ê ya 97 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd tê darizandin de rûniştina 59. li 6. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê destpê kir.

Di çarçoveya operasyona doza KCK'ê ya sereke ya Amedê de gelek parlementer, şaredar, nûnerên mafê mirovan bi tavahi 97 jê girtî û 175 siyasetmedarên kurd tên darizandin. Doz ku di raya giştî de bi navê 'Doza KCK'ê ya sereke' tê zanîn a 5'emîn civîna 59'emîn rûniştina doza KCK'ê ya sereke ya Amedê ku 97 jê girtî û 175 siyasetmedarên kurd tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Parlementerên kurd Selma Irmak û Kemal Aktaş, Şaredara Dêrikê Çaglar Demîrel di nav de bi tevahî 40 siyasetmedarên Kurd li rûniştinê amadebûn, siyasetmedarên din ên Kurd ji ber ku bi rapor bûn tevlî rûniştinê nebûn. Gelek parêzer û malbatên girtiyan jî tevlî rûniştinê bûn. Rûniştina dozê bi xwendina delîlên der barê endamê Rêveberiya Herêmê ya DTP'ê Turan Genç de destpê kir.