Di doza rojnamegeran de li benda biryarê ne
Di doza rojnamegeran de li benda biryarê ne
Di doza rojnamegeran de li benda biryarê ne
Di rûniştina doza rojnamegeran de Dozger Îsmaîl Işik mutala da û xwest ku girtina 24 rojnamegeran berdewam bike. Her wiha li benda biryarê ne.
5'emîn rûniştina rojnamegerên Kurd di roja 3'emîn de bi daxwazên parêzeran a tahliyeyê bi dawî bû. Di rûniştinê de parêzeran li hemberî îdianameyê parastin kirin û anîn ziman ku, hemû rojnamgerên hatin girtin tenê ji ber karê rojnamegeriyê hatine girtin û divê demildest serbest bên berdan. Prz. Şîvan Cemîl Ozen diyar kir ku, doz di serî de heya niha bi daneyên hiqûqî neyê meşandin û di dosyayê de delîlên li dijî hiqûqê hene.
Prz. Nuran Arslaner jî diyar kir ku, ew nikarin li hemberî îdianameyê zimanê hiqûqê bikar bînin ji ber ku îdianame metnekî hiqûqî nîne. Prz. Ramazan Tuncer jî wiha got: "Dema darizandin pêk tê em karê xwe baş nakin. Divê di darizandinê de cidiyetek hebe. Pirsa derketin û ketina welat tiştekî cidî nîne." Li ser vê yekê Serokê Dadgehê Alî Açlik wiha got: "Ne hûn û ne jî tu kesên din nikarin karê me bidin hînkirin û ev yekê hedê tu kesî nîne."
Piştî parastina parêzeran Dozger Îsmaîl Işik mutalaya xwe da û bi hinceta "gûmana sûc a bihêz" û "gûmana revîn" heye, xwest biryara girtina hemû kesî berdewam bike. Işik di mutaleya xwe de xwest ku hemû daxwazên parêzeran bên redkirin û j gotina Rojnamger Nîlgun Yildiz a "absurd" û gotina Prz. Ozcan Kiliç a "darizandina bi delîlên derew" serlêdana sûc bêkirin.
Dozger Işik di destpêka mutalaya xwe de nirxandinekî dirêj kir û wiha got: "Ligel di dema parastinê de tu astengî pêk nehatin bersûc û parêzeran îfadeyên giştî bikaranîn û bersiva pirsên heyetê nedan û ji vê yekê jî nerihet bûn. Xwestin bi riya dezanformasyonê îdianameyê de bêbawer bikin. Bersûc ji ber karê rojnamergeriyê na ji ber karê rêxistinê tên darizandin."
Piştî mutalayê heyeta dadgehê ji bo biryarê bide navber da rûnşitinê û li benda biryarê ne.