Di doza parêzerên ÇHD’ê de 4 kes hatin berdan

Di doza parêzerên ÇHD’ê de 4 kes hatin berdan

Li Stenbolê di rûniştina doza di derbarê 9 jê girtî 22 parêzerên ÇHD’ê de doza hatibû vekirin, di derbarê 4 parêzeran de biryara serbestberdanê hat dayîn.

Dawiya operasyona ku tê îdia kirina li dijî DHKP-C’ê ye, di rûniştina yekem doza wê ya ku di derbarê 9 jê girtî 22 parêzerên endamê Komeleya Huquqvana a Çagdaşê de heyeta dadgehê li ser daxazên serbest berdanê biryara xwe a navberê diyar kir. Di derbarê parêzerên Şûkriye Erdem, Nazan Betûl Vangolu Kozagali, Naciye Demir û Gûçlû Sevîmlî de rewşa wan a demê girtinê di berçavan de hate girtin ji bo wan biryara serbest berdanê hate dayîn. Heyeta Dadgehê ku di derbarê berfireh kirina lêpirsîna parêzeran de ku daxwaza wan pejirand, biryara rewşa berdewam kirina girtina 5 kesan da û rûniştin taloqî 15-17’ê Nîsanê kir.

Li aliyê din jî di kêliya ku wê biryar hatiba eşkere kirin de nasnameyên parêzeran ji aliyê leşkeran ve hatin kontrol kirin li ser hewildanên ku xwestin bibin salona adliyê di navbera parêzer û leşkeran de pevçûn derketin.