Di doza Mûsa Anter de Velî Kuçuk îfade dide

Di doza Mûsa Anter de ku li Doza Cizayê Giran ê 6. a li Enqerê tê dîtin, ji damezirînê JITEM’ê Velî Kuçuk îfade dide.

Velî Kuçuk têkildarî qetilkirina Mûsa Anter got, ‘’Ez ji çapemeniyê ji vê mijarê agahdar bûm, wekî dî agahiya min nîn e’’

Velî Kuçuk got ti têkiliya wî bi JITEM’ê re nîn e û li hemberî bersiva, ‘’Agahiya te jê heye bê ka ev weke peywirdarên dewletê xebitîne yan na’’ wiha bersiva da, ‘’li Tirkiyê min komên îstîxbaratî çêkirin, piştî demekê hatin feshkirin. Min ava kir lê ji hêla Serekerkaniyê ve hatin feshkirin. Min Fermandariya Îstîxbarata Jandarma ava kir, ne JITEM’’

Piştî ku gotina bersûcê Erngenekonê Arîf Dogan ku gotibû, ‘’JITEM min ava kir’’ bi bîr hate xistin, Kuçuk got, ‘’Arîf Dogan ne di teşkîlat min de bû. Tiştekî dî ava kiribe nizanim.’’
Rûniştin berdewam dike.