Di doza komkujiya Parîsê detayên nû
Parêzerê malbatên sê jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Antoîn Comte diyar kir, ku gelek belge hene ku nîşan didin rêxistina îstîxbaratê ya Tirk di nava komkujiyê de heye.
Parêzerê malbatên sê jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Antoîn Comte diyar kir, ku gelek belge hene ku nîşan didin rêxistina îstîxbaratê ya Tirk di nava komkujiyê de heye.
Antoîn Comte ji ANF û MedNûçe re axivî û diyar kir, ku doza li ser komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a Parîsê, ku ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez lê hatin qetilkirin, dibe ku di nîvê duyemîn ê sala 2016'an de destpê bike.
Comte der barê rewşa dawî ya îfadeyên bersûj Omer Guney de got, "Bawerim hewl dide ji her tiştî re bersivekê bibîne. Dema dadgerê lêpirsînê pirsekê jê dipirse, hewl dide ji van pirsan re bersivekê bibîne. Bêguman dema lêpirsîna sê salan were nirxandin, hingî di nava bersivan de nakokî xwe didin der. Tiştên ku di destpêka lêpirsînê de gotiye û yên piştî lêpirsînê gotiye, hev nagire. Lê hînê helwesta wî mîna berê ye. Yanî dibêje 'min nekiriye û ez dostê Kurdam e'."
DI GILÎNAMEYÊ DE ÇI HENE?
Ji bo pirsa, "Di lêpirsînê de çi pêşketin heye?" Comte ev bersiv da:
"Di dosyayê de gelek belge hene. Em ê van belgeyan li dadgeha ceza bibînin. Lê belê ji bilî belgeyên di dosyayê de, bi tevkariya medya Tirkiyeyê hin belge derketin holê. Ez vê bêjim; gelekî girîng dibînim. Ji her alî ve medya Tirk der barê vê bûyerê de gelekî agahî da.
Ya herî girîng ji aliyê medya Tirkiyeyê ve nehat dayîn. Li ser Youtube hat weşandin. Di Çileya 2014'an de bû. Axaftina di navbera bersûc û yên ferman dane wî de bû. Ev berlgeyeke gelekî girîng e. Bersûc dibêje ev ne dengê wî ye, lê gelek mirov û pispor dibêjin ev deng ê wî ye. Me ev yek di dosya lêpirsînê de bi cih kir. Dûre di rojnameyeke Tirkiyeyê ya xwedî tîrajeke bilind de, belgeyek hat weşandin ku dikarim bêjim ev belge fermana cînayetê bû. Li binê vê belgeyê îmzeya sê berpirsyarên MÎT'ê hebû.
Erdogan di daxuyaniyeke xwe ya di dema kampanya hilbijartinê ya Adara 2014'an de gotibû ku ew hewl didin aştiyê pêk bîne, lê belê aştî ji aliyê kesên di nava dadgerî, polîs û servîsên din de tê sabotekirin û di vê çarçoveyê de weke berpirsyarê vê cînayetê Fethûllah Gulen ê li Phîladelphîa nîşan da.
ROLA MÎT'Ê MISOGER E
Di gilînameyê de rola navendî ya MÎT'ê bi misogerî hatiye tespîtkirin. Lê nayê tespîtkirin ku di nava MÎT'ê de fraksiyonekê bi tena serê xwe yan jî di çarçoveya hiyerarşiya navendî ya dewletê de rol lîstiye. Tevî vê yekê tiştekî din ê misoger heye. Li Fransayê cara yekemîn e, weke hêza fermana cînayetê daye işaret bi servîsên îstîxbaratê yên welatekî dost tê kirin."
KARTEKE SÎM A TIRK A TAYBET
Comte da xuyakirin, ku ji aliyê hiqûqî ve dadgerê lêpirsînê biryar da ku li benda bersiva meqamên Tirk nemîne û got, "Ji ber ku dadgeriya lêpirsînê hînê ji destpêkê ve fêm kir ku meqamên Tirk naxwaze bersivê bide. Halbûkî pirsên gelekî sivik li meqamên Tirk hatibû kirin. Di nava agahiyên giştî de, telefonên destan ên polîsên Hollandayê di lêkolîna li civîneke sala 2012'an a ku bersûc jî lê amade bû bi dest xist, hebûn. Di vê lêkolînê de karteke taybet a SÎM a têkildarî bersûc hat dîtin. Hişê kartê hat xwendin û hat tespîtkirin ku du yan jî sê meh beriya cînayetan, bersûc bi sedan caran li 10 nûmarayên Tirkiyeyê geriya ye. Ji ber ku karta SÎM a şîrketeke Tirk bû, meqamên Hollandayê nikarîbûn piştrast bikin ku têkiliya van nûmarayan bi çi heye. Dadgeriya lêpirsînê ji Tirkiyeyê agahiyên li ser van nûmarayan xwest. Ev pirseke ku bersiva wê gelekî hêsan bû."
PLANA REVÊ YA IŞARETÊ BI TIRKIYEYÊ DIKE
Comte anî ziman ku ti carî bersiv nehat wergirtin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Me ji aliyê xwe ve, di ser rojnamevanên li Tirkiyeyê re lêkolîn kir û dît. Derket holê ku pêwendiya hin ji van nûmarayan bi buroyên rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT'ê re heye. Ev jî belgeyek di dosyayê de ye. Bi nedayîna agahiyan re meqamên Tirk bi şensek da bersûc, lê ev yek tiştekî naguherîne. Ji ber ku têkiliya bersûc bi rêxistina îstîxbaratê ya Tirk derket holê. Yek ji hevalên bersûc ê Elman li girtîgehê bersûc ziyaret kir. Hat tespîtkirin ku bersûc bi şîfreya 'dayika min' di ser vî hevalê xwe re agahî da MÎT'ê. Axaftina navbera bersûc û yê hat ziyareta wî, mîna dozên weke vê, hat guhdarîkirin. Îfadeyên vî Elmanî jî hat girtin û vî kesî li xwe mikur hat ku bersûc dema digot 'dayika min' mebesta xwe MÎT e. Her wiha bersûc bi çêkirina şeklê peyker û alê re nîşanî hevalê xwe yê Elman da ku wê li Enqereyê biçe ku derê. Ev rewş nîşan dide ku bersûc van deran nas dike. Ji bo mirov fêm bike ev der ku ye, temaşekirina li Google Maps têrê dike. Cihê ku nîşan da navenda rêxistina îstîxbaratê ya Tirk bû.
ÎSTÎXBARATA TIRK BI TEMAMÎ DI NAVA CÎNAYETÊ DE CIH GIRT
Yanî hem li hundir hem jî li derve gelek belge hene. Ev belge têkiliya bersûc bi MÎT'ê re û cihgirtina servîsên îstîxbaratên Tirk di nava cînayetê de radixin pêş çavan. Her wiha encama ji vir tê derxistin hevpar e: dadgeriya lêpirsînê û dozgerî yanî baskê desthilatdariyê ya di nava dadgeriyê de îqna bûn ku servîsên veşartî yên Tirk bi misogerî di nava cînayetê de cih girtine. Ji belgeyeke din a di dosyayê de em dizanin, ku bersûc demeke kurt beriya cînayetê, wêneyê hemû endamên Komeley Kurd a li Vîllîers-le-Bel kişandiye. Şevekê ket hundirê komeleyê û 400 wêne kişand. Di wêneyan de dema kişandina wêne tê nivîsandin. Ev piştre ji cihekî re hat şandin, lê belê nizanim ji ku re hatine şandin. Di telefona wî de taybetmendiyeke ku cih nîşan dide, nîne. Lê belê gelek belge hene ku nîşan didin servîsên îstîxbaratê yên Tirk di vê bûyerê de rola xwe hene."
LI NAVENDA ENFORMASYONÊ YA KURDISTAN BERNAMEYÊN SÎXURÎ
Ji bo pirsa; "Çeka di cînayetê de hat bikaranîn jî di nav de, çi hatin dîtin?" parêzer Comte ev bersiv da:
"Çek nehat dîtin. Bi rêya bernameyeke sîxuriyê re servîsên veşartî yên Tirk bi rêk û pêk Kurdên li Ewropayê dişopînin. Dibe ku ev yek yekser pêwendiya xwe bi cînayetê re nebe, lê belê li gorî min divê milîtanên Kurd her tim hesabê vê bikin. Li navnîşana Kolana La Fayette nûmara 147'an (Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê) ku ji aliyê kêm mirovan ve tê zanîn û gelekî kêm mirov diçin wê derê, di kompûteran û laptoan de bernameyeke sîxuriyê hat dîtin. Ev yek ne rola şênber a bersûc e. Ne bawerim ku bersûc ev bernameya sîxuriyê li komputerên bi salane li wir e bi cih kiribe. Bi kurtasî yê ku ev kiriye, ne bersûc e. Lê belê servîsên îstîxbarata Tirk, bi rengekî ku nizanim çawa kiriye, lê li hemû kompûterên li navnîşana kolana La Fayette nûmara 147, bernameya sîxuriyê bi cih kiriye. Û ev tê wê wateyê, ku bi rêk û pêk ev der şopandiye. Girîng e Kurdên li Ewropayê dijîn, rewşa pê re rû bi rû ye, zanibe. Ev yek nîşan dide ku li hemberî wan hewldanên kontrolkirin, çavdêrî û şopandinê hene.
HELWESTA MEQAMÊN FRANSAYÊ HELWESTEKE SOSRET E
Pêwîste mirov nebêje 'Em li Ewropayê ne, tiştek nabe, ev der demokrasî ye'. Fîdan (Dogan) her tim ev tişt ji min re digot: 'Li vir demokrasî heye, ez dikarim li gorî dilê xwe tevbigerim, di nêrîn û karê xwe de azad im'. Lê mixabin na, ne welê ye. Mesele ji vê bêhtir tevlîhev e. Ya ku min hejand, bêdengiya meqamên Fransayê ya li pêşberî vê bûyerê bû. Ji xwe di hemû cînayetên siyasî de her tim bêdeng ma. Lê belê meqamên Fransayê di vir de bi rengekî sosret bêdeng ma. Ji ber ku, qet nebe dikarîbû malbatên qurbaniyan qebûl bikira. Hînê ti ji meqamên diyar ên komarê, ew qebûl nekirine."
DIBE KU DOZ DI NÎVÊ DUYEMÎN Ê SALA 2016'AN DE DESTPÊ KIR
Ji bo dema destpêkirina darizadinê, Comte ev pêşdîtin kir: "Dadgehên ceza her gavê kom nabe. Carna du yan jî sê mehan carekê li hev kom dibe. Di nava vê wextê de jî gelek doz li ser hev dicivin. Yanî li gorî me, doz wê di nîvê duyemîn ê sala 2016'an de destpê bike. Pêşdîtina me ev e, lê hînê demek nehatiye diyarkirin. Beriya her tiştî wê bibe dozeke demdirêj. Lewma pêwîstiya dadgehê bi demê re heye. Ev dosyayeke ji rêzê nîne."