Di doza KCK'ê ya Stenbolê de tenê 4 kes hatin berdan
Di doza KCK'ê ya Stenbolê de tenê 4 kes hatin berdan
Di doza KCK'ê ya Stenbolê de tenê 4 kes hatin berdan
Di doza KCK'ê ya Stenbolê de heyeta dadgehê piştî navberê biryara xwe aşkera kir û tenê 4 siyasetmedarên Kurd serbest hatin berdan û doz taloqî 7-22'ê Mijdarê kir.
Di doza qirkirina siyasî ya 94 jê girtî bigiştî 205 siyasetmedarên Kurd û aktîvîstên mafê mirovan ya Stenbolê de heyeta dadgehê piştî navberê biryara xwe aşkera kir û li gorî vê yekê bi hinceta ku demeke dirêj e girtî ne; Ehmed Ece, Kerîm Taştan, Ehmed Yilmaz û Mustafa Polat serbest berdan.
Her wiha heyetê biryar girt ku derbarê parêzer Îzzet Taşçi, Îrfan Aras, Sînan Zîncîr û girtiyên bi navê Husnu Çetîn û Ridvan Balku, bi îdiaya ku di parastina xwe de sînorên parastinê derbaskirine li Serdozgeriya Komarê ya Sîlîvriyê serlêdana sûc bê kirin.
Her wiha doz taloqî 7-22’ê Mijarê hate kirin.