Di doza KCK’ê ya Stenbolê de navber biryar
Di doza KCK’ê ya Stenbolê de navber biryar
Di doza KCK’ê ya Stenbolê de navber biryar
Di doza KCK'ê ya Stenbolê de dozger Îsmaîl Işik xwest siyasetmedarên Kurd neyên berdan û xwest derbarê parêzer Îrfan Aras, Îzzet Kiliç, Sînan Zîncîr û girtiyên bi navê Ridvan Balku û Husnu Çetîn lêpirsîn bê vekirin. Heyeta dadgehê ji bo biryara navberê bide, navber da rûniştinê.
7'emîn danîşîna doza KCK'ê ya Stenbolê ku jê 94 girtî bi giştî 205 siyasetmedarên Kurd, parêzvanên mafên mirovan tên darizandin, li Stenbolê dewam dike. Parêzeran mafê axaftinê girtin û xwestin ku bersûc bên tahliyekirin. Parêzer Kadîr Tunç anî ziman ku, ji ber ku şêwazê xebatên BDP'ê baş nehatiye fêmkirin, hemû xebatên BDP'ê wekî dij-zagonî hatine destnîşankirin.
Parêzer Sînan Zîncîr da zanîn ku, di nav girtiyan de, girtiyên nexweş û xwendekar hene û ji bo bêtir neyên mexdûrkirin divê serbest bên berdan. Parêzer Ercan Kanar xwest hemû girtî serbest bên berdan û gotina Mewlana ya 'Hiqûqa herî xirab ew e ku bêsûcan dide tirsandin' bi bîrxist û wiha got: "Dema daraz adil nebe, ev hiqûq derdikeve holê. Ger partiyeke siyasî bê darizandin divê ji aliyê dadgeha bilind ve bê darizandin. Min her dizanî ez di salona dadgeha bilind de me."
Dozger Îsmaîl Işik xwest siyasetmedarên Kurd neyên berdan û xwest derbarê parêzer Îrfan Aras, Îzzet Kiliç, Sînan Zîncîr û girtiyên bi navê Ridvan Balku û Husnu Çetîn lêpirsîn bê vekirin. Piştî mutalaya Işik, heyeta dadgehê ji bo biryar bide navber da rûniştinê.