Di doza Ghafoûr Mohammadî de ev saleke tiştek nehatiye kirin

Di soza siyasetmedarê Kurd Ghafoûr Mohammadî de, ku roja 11'ê Sibatê li taxa Fîttja ya Stockholmê di encama êrîşeke çekdarî de bi giranî birîndar bû, tevî ku salek di ser re derbas bûye, hê gaveke biçûk jî nehatiye avêtin.

Mohammadî, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan par tevlî Meşa Dirêj bû, lê li taxa Fîttjayê, ji ber êrîşeke çekdarî bi giranî birîndar bû û bi helîkopterê rakirin nexwşexaneyê.

Doktoran digotin, ji sedî 5 şensê Mohammadî yê jiyanê heye. Piştî ku wextekê di komayê de ma, Mohammadî xwe li jiyanê girt.

BIRYARA NEPENÎTIYÊ DANÎN SER DOSYAYÊ

Ji ber ku biryara nepenîtiyê danîne ser dosyayê, parêzerê Mohammadî bersiva pirsên me yên li ser mijarê neda. Rayedarên polîsan îdîa dikin, ku ew lêpirsîneke berfireh dimeşînin, lê heta niha negihîştine şopa gumanbarekî yan jî gumanbaran.

Bi vî rengî hewl tê dayîn, êrîşa li dijî Mohammadî jî mîna cînayet û êrîşên li cihên din ên Ewropayê yên li dijî Kurdan û şoreşgeran, bê nixumandin.

Mohammadî ji ANF'ê re axivî û anî ziman, tevî ku polîs dizane êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin, êrîşkaran nagire û naxwaze mehkeme bike. Mohammadî bibîr xist, ku polîsên Swêdê xwedî teknîkeke gelekî pêşketî ye, lewma gotina 'şopa êrîşkar nehatiye dîtin' ne gotineke rast e.

'MIN BI BAWERÎ Û DILSOZIYA XWE YA BI DOZÊ RE MIRIN TÊK BIR'

Mohammadî got, "Doktoran bawer nedikirin ku ez ê rizgar bibim. Ji ber baweriya min, ji ber dilsoziya min a bi dozê re û ji ber ku min berê spor dikir, min mirin têk bir. Lê ez niha bi tena serê xwe nikarim banyoyê jî bikim û bi zorê herî zêde bi qasî 10 deqeyan dimeşim. Polîs li ser êrîşê nesekinî. Piştî ku ji nexweşxaneyê derketim, tenê carekê bi min re axivîn. Beriya niha bi çend rojan jî, ji ber ku rojnamevanan zor dan wan, telefonî min kirin. Polîs, ji bo bandoreke neyînî li têkiliyên navbera Swêd û Tirkiyeyê nebe, naxwaze êrîşkaran bigire û mehkeme bike."

'DIVÊ ÊRÎŞA LI DIJÎ MOHAMMADÎ TEVÎ XEBATÊN REJÎMA TIRK ÊN LI EWROPAYÊ BÊ NIRXANDIN'

Ji ber salvegera êrîşa li dijî Mohammadî, li yek ji rojnameyên înternetê yên herî zêde li Swêdê tê xwendin 24 Nyheterê, li ser êrîşa li dijî Mohammadî, xebatên sîxuriyê yên dewleta Tirk li Ewropayê dimeşîne û komkujiyên ji aliyê MÎT'ê ev hatine kirin, gotarek hat weşandin.

Di gotarê de, qala bûyerên piştî êrîşa li xwepêşandanê hat kirin û hat destnîşankirin, ku divê êrîşa li dijî Mohammadî bi xebatên dewleta Tirk ên sîxurî û cînayetan ên li derveyî welat, bên nirxandin.

Di gotarê de hat bibîrxistin, ku ji sala 2013'an û vir ve êrîş û zextên dewleta Tirk û Erdogan ên li dijî mûxalîfên li Ewropayê zêde bûne. Hat ragihandin, ku di 9'ê Çileya 2013'an de 3 jinên Kurd ji aliyê MÎT'ê ve hatin kuştin û hewl hat dayîn komkujî bê nixumandin.