Di doza çapemeniyê de edîtora ETHA parastinê dike

Di doza çapemeniyê de edîtora ETHA parastinê dike

Doza li hemberî 22 jê girtî 46 rojnamevanan, ku di serdegirtinên bi navê "Komîteya Çapemeniyê ya KCK'ê" de hatin girtin, bi rûniştina 6. dewam dike. Di roja duyemîn a rûniştina dozê de edîtora ETHA Arzû Demîr sedema gotina bi Kurdî ya "Ez li virim" ku di rûniştina bihurî de bikaranîbû, aşkera kir. Demîr got, "Ez bi zimanê xwe yê dayikê diaxivim, lê hevalên min di her qonaxa darizandinê de nikarin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Ev yek li dijî hevalî û wekheviya exlaqî ye. Lewma ji bo wekheviya exlaqî min hewl da bi Kurdî biaxivim."

Doza li hemberî 22 jê girtî 46 rojnamevanan, ku di serdegirtinên bi navê "Komîteya Çapemeniyê ya KCK'ê" de hatin girtin, bi rûniştina 6. li 15. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dewam dike. Edîtora ETHA'yê Arzû Demîr ku bi awayekî ne girtî di dozê de tê darizandin, di parastina xwe ya îro de sedema gotina bi Kurdî ya "Ez li virim" ku di rûniştina bihurî de bikaranîbû, aşkera kir. 

Demîr wiha peyivî: "Ez yek ji bersûcên Tirk ên vê dozê me. Weke miroveke ku zimanê wê yê dayikê Tirkî ye, min hewl da nasnameya xwe bi Kurdî bînim ziman. Sê sedemên min ên gelekî girîng hene. Ya yekemîn, wicdanî yanî însanî. Roja ku min fêm kir zimanê min ê dayikê ji bo hin kesên din weke navgîneke îşkencê tê bikaranîn, min êşa herî giran a jiyana xwe kişand. Dema min ev fêm kir, ez li zanîngehê bûm. Sonda bi gotina "Tirkim, rast im" destpê dikir û min ji zarokatiya xwe ve di dibistana seretayî de bi serbilindî dixwend, ji bo hin kesên din navgîneke îşkencê bû. Dema ku ez pê hesiyam zarokên Kurd ên ku ne Tirk in lê her roj neçar dimînin bi Tirkbûnê pesna bide, min êşa herî mezin a jiyana xwe kişand. Ji bo vê êş û şermê; kêm be jî çareser bike, min hewl da bi Kurdî biaxivim. Ya duyemîn, exlaqî. Rojnamevanên li vê salonê ez bi wan re têm darizandin, di heman demê de hevalên min in. Bi Çagdaş re bi saetan li salonên edliyê rawestiyam. Bi Omer yan jî Sadik re dema em li kolanan li dû nûçeyan dibeziyan, em bi hev re li lêdana polîsan rast hatin. Ez bi zimanê xwe yê dayikê diaxivim, lê hevalên min di her qonaxa darizandinê de nikarin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Ev yek li dijî hevalî û wekheviya exlaqî ye. Ji bo wekheviya exlaqî min hewl da bi Kurdî biaxivim. Sedema sêyemîn jî siyasî ye. Ez rojnamevaneke sosyalîst im. Min ev yek li her derê anî ziman. Gotina şoreşgerê enternasyonalîst Che Gûevera ji bo min gelekî girîng e: 'Li ku derê gelekî tê binpêkirin hebe, ez ji wir im.' polîtîkaya bi salan li ser vê axê li dijî gelê Kurd hat meşandin, li ser navê dewleta neteweya Tirk yanî nasnameya min a Tirk bû. Min nexwest bibim perçeyek ji vê asîmîlasyon û polîtîkayên tinekirinê. Ez li ser vê axê, alîgirê mafê zimanê dayikê yê gelê Kurd im. Ji ber vê yekê min hewl da bi Kurdî biaxivim."

Rûniştin, bi parastina rojnamevan Demîr dewam dike.