Di dosya Gîresûnê de destavêtina bi ço!

Hevserê siyasetmedara HDP'yî Gulsum Kaya, Ozgur Hakan Nacar bi îdîaya 'di nava rêxistina milîs a PKK'e ya li Derya Reş cih digire' hate girtin. Derket holê ku di binê çavan de bi ço dest avêtine wî.

Hevserê siyasetvan Gulsum Kaya ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de namzeta parlamenteriyê bû Ozgur Hakan Nacar, di binê çavan de destavêtin lê hate kirin. Nacar, ku tevî hevalên xwe çûbû navçeya Espiye ya Gîresûnê û bi îdîaya 'di nava rêxistina milîsên PKK'ê ya li Gîresûnê cih digire' hate binçavkirin, destavêtin lê hate kirin. Bûyera destavêtinê, bi nameya Nacar a ji ÎHD'ê re şandî derkete holê.

DÎSA ÎXBAR DÎSA ZILM

Bûyer di 20'ê Cotmeha 2016'an de li navçeya Espiye qewimî. Li ser îxbarekê, li benda kontrolê ya li ser Pira Nûrettîn Canîklî ya li navçeya Espiye ya Gîrseûnê wesayîtek hat sekinandin û Ozgur Hakan Acar, Remzî Dûrmaz, Dûrsûn Gulîzar û Mumîn Kûrt ên di wesayîtê de bûn, hatin binçavkirin. Her çar kes, 16 rojan di binê çavan de hatin hiştin. Di gilînameya têkildarî wan de, ji bilî îfadeyên bi îşkenceyê hate girtin, ti delîl nîne. Tevî vê yekê jî bi îdîaya 'endametiya PKK'ê û 'li ser navê rêxistinê li Derya Reş keşf kirine' hatin girtin. Piştî salekê, bi nameya ku Nacar ji Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê şandî re, asta îşkenceya ku di binê çavan de lê hate kirin, derkete holê.

'BI ÇO DEST AVÊTIN'

Nacar di 20'ê Çileya 2017'an de nameyeke şand û ragihand, dema ji Midûriyeta Emniyetê ya Espiye dibirin Midûriyeta Emniyetê ya Gîresûnê, ew ji wesayîtekê hate peyakirin û li wesayîteke din hate siwarkirin, ew birin avahiyekê û li wê derê bi ço dest avêtin wî. Nacar diyar kir, ew bi hevalên xwe re ji bo gerê çûye Gîresûnê, lê li benda kontrolê bêyî tiştek ji wan re bê gotin hatine sekinandin û binçavkirin. 

Di nameya Nacar de bi vî rengî qala bûyerê tê kirin: "Li pêşiya Espiye, li benda kontrolê ya polîsan wesayîta me hate sekinandin û dest bi lêgerînê kirin. Bêyî ku tiştekî ji me re bibêjin, em ji wesayîtê dûr xistin û li ber dîwarekî sekinandin. Zêdeyî 10 polîs û leşker li ser serê me bûn. Di destê wan de çekên dirêj hebûn. Kesekî ku texmîn dikim leşker bû, li hevalê me nerî û got, 'Divê mirov van hemûyan girê bidin û li ber Şaredariya Amedê biteqînin'.

'WÊNE KIŞANDIN'

Her wiha ji pişt ve destê me bi kelepçe kirin û li wesayîtê siwar kirin. Ji bo careke din li wesayîta me bigerin, em birin tamîrxaneyekê. Dema di wesayîtê de bûm, polîsekî bejna wî dirêj bû heqaret li min dikir. Ez birin Midûriyeta Emniyetê ya Espiyeyê. Li Emniyetê, di dema lêgerînê de ji ber pirtûkek bi min re, polîsekî bi berçavk sixêfên giran li min kir û li min da. Piştre ji bo min bibin Midûriyeta Emniyetê ya Gîresûnê, ez li wesayîteke ku sê polîsên sivîl lê bûn siwar kirin. Piştî wextekê ez ji vê wesayîtê peya kirin, li wesayîteke din ku sê kesên din tê de bûn siwar kirin. Min birin avahiyekê û van her sê kesan bi cismekî xerîb ê dişibe ço, dest avêtin min; di dema vê destavêtinê de wêneyên min kişandin. 5-10 deqe piştî bûyerê ez radestî ekîba destpêkê ya polîsan kirin.

GOTIN 'EM Ê DEST BAVÊJIN HEVJÎNA TE' Û BI VÎ RENGÎ ÎFADE GIRTIN

Piştî rojekê, hevjîna min ji bo li min bipirse hat Midûriyeta Emniyetê ya Gîresûnê. Piştî ku çû polîsan ji min re gotin, 'Heman tiştên me bi te kirin, em ê bi hevjîna te jî bikin' û ji min xwestin ku her tiştên ew bêjin, ez qebûl bikim."

Nacar ku hevjîna wî Gulsum Kaya jî ji heman dozê girtî ye, di nameya xwe de ragihand, ku ji ber vê bûyera rûmetşikandinê fedî dikir, wî heta roja îro tiştên bi serê wî ve hatine negotiye û ji parêzvanên mafên mirovan alîkarî xwest.

DADGERIYÊ HEWL DA BINIXUMÎNE

Piştî wergirtina nameyê, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan li Dozgeriya Komarê ya Gîresûnê gilî kir, ji bo polîs û jendermeyên destavêtin kirin bên tespîtkirin, lê belê ev serlêdana wî hate redkirin. Îtiraz li vê biryara redkirinê hate kirin, lê dadgeriya Tirk biryar da ku 'pêwîstî bi lêkolînkirinê nîne' û hewl da bûyerê binixumîne. Di 9'ê Hezîrana 2017'an de wê rûniştina destpêkê ya dozê li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Gîresûnê pêk were. Tê meraqkirin, ku di vê rûniştinê de wê sûcê destavêtina bi ço were dîtin, ya na.