Di dîroka Elmanyayê de biryareke rûreş: Qedexekirina PKK'ê

Di 26'ê Mijdara 1993'an de Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Kanther di qenala televîzyonê ya dewletê ARD'ê de di bultena nûçeyan de ragihand ku 'PKK hatiye qedexekirin'. Bi vê yekê re ji bo Kurdên li Elmanyayê pêvajoyeke nû dest pê kir.

Bandora têkoşîna çekdarî ya PKK'ê ku di 15'ê Tebaxa 1984'an de dest pê kir ne tenê li Kurdistanê ma her wiha li tevahiya dinyayê deng veda. Heman piştî çalakiya 15'ê Tebaxê di Newroza 1985'an de Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê (ERNK) hate ragihandin û bi vî rengî PKK'ê tevî artêşa gerîla bi eniya li nava gel xwe li nava mirovan belav kir.

Wezîfeyên girîng li pêşiya ERNK'ê hebûn. Wê her beşên civaka Kurd li dijî mêtingeriyê tevlî nava tevgera azadiyê ya Kurd bikirabûya. Bi vî rengî wê 'dengê berxwedanê' bigihandibûya dinyayê. Armanc jî hemû parzemînên Kurd lê ne.

Tirkiyeyê ji bo têkbirina têkoşîna azadiyê ya Kurd derfetên endametiya NATO hemû bi kar anî.

Di dawiya sala 1984'an û destpêka sala 1985'an konsepta 'tepisandina têkoşînên azadiyê' ya NATO'yê ji xwe re kir esas û li dijî PKK'ê xist meriyetê. 'Gladîo', 'Şerê taybet', 'Kontrgerîla', 'Şerê psîkolojîk' bi salan bûn operasyonên dewleta Tirk ên li Kurdistanê. Di konsepta tepisandina têkoşîna azadiyê ya Kurd de li qada navneteweyî rola herî girîng wê ya dewleta Elman bûya.

Ji ber ku Elmanya devereke girîng bû. Hem bi sed hezaran Kurdistanî û Tirkiyeyî lê bûn, hem jî mexdûrên 12'ê Îlonê bi giranî diçûn Elmanyayê. Li gorî statîstîkên fermî di salên 1980'î de li Elmanyayê derdora 300 hezar Kurd hebûn.

Di destpêka sala 1990'î de jî Elmanya ji bo Kurdan êdî veguherî welatekî penaberiyê û bi vî rengî nifûsa Kurdan zêde bû. Hikumeta Helmût Kohl a wê demê jî li pêşberî vê yekê kete nava hewldanên nû. Ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd li qada navneteweyî bifetisîne û Kurdên li Elmanyayê ji berxwedana li welat bibirin dest bi krîmînalîzekirina têkoşîna azadiyê ya Kurd kir.

Sala 1992'an ku sala şerê li Kurdistanê derket asta herî bilind bû, di heman demê de bû sala ku rêxistinbûyînên Kurd ên li Ewropayê jî derkeve asta herî bilind. Di 1'ê Tebaxê de di 1. Festîvala Kurditanê ya Navneteweyî de Stadyûma Sporê ya Bochûmê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hat dagirtin. Tevgera Kurd cara yekemîn sed hezar mirov li Ewropayê anîbû cem hev.

Di Hezîrana 1993'an de piştî ku Tansû Çîller bû Serokwezîr hem li Kurdistanê şer hem jî li Ewropayê bi taybetî li Elmanyayê demeke nû li benda Kurdan bû. Çîller ku gera xwe ya yekemîn li Rûsyayê kir û hingî dihat gotin ku dê Çîler bê Elmanyayê, ji bo PKK'ê li vî welatê qedexe bike, "terorîst" bide îlankirin û komeleyên Kurd bigire, çi ji dest bê wê bike.

Wan rojan Ertûgrûl Ozkok di gotara xwe ya li rojnameya Hurriyetê de ev fikir dida Çîller: "Tirkiye dê careke din firsendeke bi vî rengî bi dest nxe. Hevsengiyên navneteweyî encax bi vî rengî dikare li dijî PKK'ê bimeşe. Ji niha û pê ve hevsengî wê li gorî PKK'ê bimeşin. Lewma divê em bilezînin û firsendê ji dest nerevînin."

Ji bo zexta dîplomasiyê ya li dijî Kurdan ku ji Enqereyê hat amadekirin, dê Bonn ne amade bûya. Serokwezîr Kohl wiha digot, "Elmanya sîstemeke federal e. Her eyalet xwedî qanûnên cuda ne. Lewma qedexekirina PKK'ê ne gengaz e." Wezîrê Karên Derve Klaûs Kînkel jî got, "Ez weke wezîrê berê yê edaletê bi endaze (temkîn) nêzî gotina terorîst a li dijî PKK'ê dibim."

Lê belê gera Çîllerê destpê kir. Çîller ku di 20'ê Îlona 1993'an de dest bi gera xwe ya Elmanyayê kir, bi potên xwe mora xwe li gerê xist. Ji bo rojnamevanên Elman ên mafên Kurdan û binpêkirinên mafan pirsî Çîller ev bersiv da: "Ji sedî 10 ê mafên Kurdan en li Tirkiyê, ji Tirkên li Elmanyayê re nehatiye dayîn. Li Elmanyayê Tirk tên şewitandin."

Çîller li dû Elmanyayê li ser vexwendina Serokdewletê DYE Clînton di 12'ê Cotmeha sala 1993'an de çû DYE. Têgihiştina rêgeha Çîllerê ya Moskowa-Bonn-Washîngtonê, zehmet nîne. Armanca wê ya herî mezin, ji bo mezinkirina şerê li Kurdistanê wergirtina piştgiriya navneteweyî bû.

Hefteyek piştî vegera Çîller ji Washîngtonê di 22'ê Cotmeha sala 1993'an de navçeya Amed Licê ket bin agirê artêşa Tirk. Liceya ku bi rojan ket nedikarî biçê, her êvarê mijara nûçeyên kanalên televîzyonê yên Elman bû. Kovara Der Spîegel ji bo Licê gotina "Beyrûda biçûk" bikar anî û wêneyên xaniyên gule lê ketibûn weşand.

Hovîtiya li Licê Kurdên li Ewropayê xist nava tevgerê. Di 4'ê Mijdara sala 1993'an de li zêdeyî 30 bajarên Elmanyayê protestoyên Licê pêk hatin. Di vê navberê de li hemberî konsolosiyên Tirki, acenteyên ger û geştê û bankayên Tirkan êrîş hatin kirin. Di şewata li lokaleke li Wîesbadenê de kesekî jiyana xwe ji dest da. Li dijî Kurdan pêla binçavkirinan destpê kir. Nîşaneya yekemîn ji wezîrê karên hundir Kînkel hat: "Bila PKK tavilê bê qedexekirin."

Civîna di 22’ê mijdarê de dest pê kir û wezîrên karê hundir ên 16 eyaletan tevli bûn de, wezîrê karê hundir ya Federal Kanther bi bultneke 53 rûpel a ku PKK’ê qedexe dike çû civînê. Di civînê de Kanther biryarname wek heyî da qebûlkirin. Di 25’ê Mijdarê de wezîrê Karê Hundir yê Eyaleta NRW’ê Schnoor got: Kanther ev xwest. Senatorê Karê Hundir ê Hamburgê Wrocklage jî got qedexeyê ji ‘Kanther’ bipirsin.

Di bultena Kanther ku ji bo şerê Kurdistan, sedeta şîdet, şewitandina gundan û komkujiyan de yek hevokek derbas nedibû de wiha dihat gotin:

“PKK/ERNK pêşî li jiyana ku her kes bi hevre bijî digire. PKK û sempatîzanê wê li Tirkiye û Elmanyayê hewl didin beşeke Tirkiyeyê tevli dewleta kurd bikin. Ev jî sûc van tespît dikin. Berjewendiyên Elmanyayê di bin tehdîdê ne. Çalakiyên şîdetê zirarek mezin dide têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re. Ger em li Elmanyayê desturê bidin faliyetên PKK’ê, em dê polîtÎkaya Elmanyayê ya derve bidin ber nîqaşê û baweriya hevkarên xwe têk bibin.”

Ev îfadeyên di biryarnameyê de ku tê xwestin ku Weşanên Berxwedan, Ajansa nûçeyan a Kurd-Ha, Komîteya Kurdistan, Federasyona Komeleya Çand û Karkeran a Welatparêzên Kurdistanê (FEYKA-Kurdistan) û 29 komeleyên girêdayê wê bê girtin, di esasa xwe de şîfreyên ku ev qedexe bi daxwaza Tirkiyeyê hatiye qebûlkirinê dida. Ji ber vê bû ku rojnameya Huriyetê bi manşeta ‘Danke Herr Kohl’ (Spas birêz Kohl’ derket.

Di 25’ê mijdarê de qedexe hate îlan kirin kû heman şevê Kanther di kanala televîzyonê ya ARD’ê de tevli bernameya nûçeyan bû û got: “Ez nekarim desturê bidim ku Elmanya bibe welatên şer û serhildanê. Elmanya ne cihên bihvedana terorîstane. Ezê desturê nedim hinek komên biyanî pirsgirêkên welatên xwe bînin vir. Ev qedexe dê pêşî li xweparastina kesên di bin tehdîda PKK’ê bigirin.

Ev qedexeya ku beriya salvegera damezrîndina PKK’ê de ya 27’ê mijdarê de pêk hat, komeleyên kurdan yên ku dihatin xwestin miftê li deriyê wan bixin, çalakiya runiştinê pêk anîn û çapemeniya Elman, bertekên tund nîşanê hikûmeta Kohl dida. Di 27’ê mijdarê de di rojnameya Frankurter Rundschau de wiha hatibû gotin: “Hikûmeta Federal ket ava bi duman ya Tirkiyeyê û piştgirî da ku Kurd bên pelçiqandin. Bonn metodên MGK’ê kopî dike. Li dijî kurdan bi Enqereyê re îtîfaqê dike.

Ji bo qedexeyê di xeta Enqere-Bonn-Washîngtonê de dîplomasiyeke bênavber hebû. Di 26’ê mijdara 1993’an de rojnameya Mîliyetê bi manşeta ‘Tevgera Kuryeya Veşarî’ derket û trafîka hevdîtnê ya ji bo qedexekirina PKK’ê ya di navbera Çîller-Kohl-Clînton de nivîsî. Her sê lîderan di hevdîtinên ku pêk dianîn de biryara ku li dijî PKK’ê operasyonê pêk bînin girtin.

Di sala 1972’an de qedexeyeke bi vê rengî li hemberî rêxistinên Filîstinê pêk hatibû. Nayê zanîn ku Çîler ji bo qedexeya PKK’ê û di çapemenî-rayagiştî de hewayeke li dij kurdan biafirîne çiqas pere veşarî daye Elmanyayê. Hat îdia kirin ku bi vî pereyî Çîller ji bo kampanyaya hilbijartinê ya Kohl bûye sponsor. Her wiha piştî salan şûnde derket holê ku Kohl û ekîba xwe di ruşvet û xapandinê de ne biyanîne.

Lîderê Xiristiyan Demokrat Kohl ku 10 sal bû welat bi rêve dibir, dixwest careke din bibe serokwezîr û di sala 1994’an de bê navber kampanyayên hilbijartinê pêk dianî. Di sala 1999’an de di skandala bexşê ya CDU ya ku Elmanya tevlihev kir de, derket holê ku Kohl kampanyayên hilbijartinê bi pereyên ku ji lobiya çekan tên pêk aniye.

Qedexeya ku dewleta Elman ferz kir hêza rêxistinbûyî ya Kurdan têk nebir. Di demeke kurt de saziyên nû ava bûn.

Bi kurtasî qedexeya ku bi her rê û rêbazê hate bikaranîn nekarî Kurdan ji tevgera azadiyê qut bike.