Di deriyê Sêmalka re derman derbas bû

Di deriyê Sêmalka re derman derbas bû

Ji deriyê sînor yê Sêmalka ku berî mehekê ji aliyê hikûmeta herêmê ve hatibû girtin, îro kemyonek derman û alavên tenduristiyê ku  ji aliyê Komeleya HAWAR'ê ya alîkariyên mirovahî ve hatiye rêkirin, derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Rêvebiriya deriyê sînor da zanîn ku barê derbasî rojava bû ji 10 ton derman pêk tê û tê payin ku ev derman ji herêmên Efrîn û Helebê re were rêkirin.

Endamê Komeleya HAWAR'ê Elend Zubêr diyar kir ku derman û alavên tenduristiyê wê ji bo herêmê mîna Heleb û Efrînê  ku pêdiviya wan bi dermanan heye were rêkirin.

Di heman mijarê de nûçegihanê ANHA᾿yê diyar kir ku gelek welatî bi qeyikan  ji deriyê Sêmalka derbasî herêma Başûrê Kurdistanê bûn.