Di derbarê ‘edaleta’ razayî hûrkolîn hate destpê kirin
Di derbarê ‘edaleta’ razayî hûrkolîn hate destpê kirin
Di derbarê ‘edaleta’ razayî hûrkolîn hate destpê kirin
Lijneya Bilind ya Dozger û Dadgeran (HSYK) li ser nûçeyên di derbarê dozger û dadgerê ku di doza darezandina qatilê Ethem Sarisuluk ê di dema berxwedana Gezî de bi guleya ji demanceya polîs derket jiyana xwe ji dest da de razan, hûrkolîn da destpê kirin.
Ehmed Şahbazê ku ji ber qetilkirina Sarisuluk dihate darezandin, di doza ku li 6’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqreyê pêkdihat, di rûniştinê de dozger Mustefa Şahîn û endamê dadgehê Cewdet Bak razan û di çapemeniya tora civakî de jî wêneyên wan hatin belavkirin. Vê jî bi xwe re bertekek mezin çêkir.
Di salona rûniştinê de bi hinceta ku “bêalîtî bigûmane” heyeta dadgehê biryara “xwevekişînê” ji doze da û têkildarî vê HSYK kete tevgerê. Li gorî agahiyên hatine girtin Buroya Çapemeniyê Sekreteriya Giştî ya HSYK’ê, nûçeyên razanê ên têkildarî dozger û dadger weke îhbat qebûl kir. 3’mîn Daîreya HSYK dê di rojên pêş de dosyayê hûrkolîn bike û biryarekê bide. Eger piştî hûrkolînê lêpirsîn were vekirin, dê HSYK biryar bide ka cezayê dîspîlînê bide yan na.