Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Di derbarê Alîkarê Musteşarê MÎT’ê de lêpirsîn hate vekirin

Di derbarê Alîkarê Musteşarê MÎT’ê de lêpirsîn hate vekirin

Serdozgeriya Komarê di derbarê Alîkarê Musteşarê MÎT’ê Muhamed Dervîşoglû de bisûcdarkirina “neheq mal peyda kiriye” lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bêy ku destûrê ji Serokwezîrtiyê werbigire di derbarê Alîkarê Musteşarê MÎT’ê Muhamed Dervîşoglû de lêpirsîn da destpêkirin. Îdîanameya ku Dozgeriyê amadekir, pêşkêşî 4’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê kir. Dadgehê biryara “bêpeywirtiyê” da û ji Dadgeha Cezayê Asliye re şand. Di îdîanameya 2 rûpelî ya hatî amadekirin de, hate diyarkirin ku, Dervîşoglû “sûcbarî înkar kirine”.

Di îdîanameyê de tê gotin ku, çavkaniya sermayeyê Dervîşoglû nehatiye aşkera kirin, tiştên cûda dibêje, di hesap û sermaye de tevgerên bigûman hene. Ji ber vê çendê ji bo Dervîşoglû 3 sal û 8 meh cezayê girtîgehê û tê xwestin ji memûrtiyê bi avêjin.