Di danişîna doza rojnamegeran de zextên polîsan hat şermezarkirin
Di danişîna doza rojnamegeran de zextên polîsan hat şermezarkirin
Di danişîna doza rojnamegeran de zextên polîsan hat şermezarkirin
5’emîn danişîna doza KCK’ê ya ku 24 jê girtî 46 rojnameger tên darizandin,runiştana wê ya duyemîn bi parastina xebatkarê berê yê Şîrketa Belavkariya Firatê Haydar Tekîn destpê kir. Tekîn parastina xwe bi şermezarkirina zextên polîsan a liser rojnameyên Atilim û ETHA’yê berdewam kir.
Danişîna doza 56 rojnamegeran ku 24 rojnameger girtîne li Salona Dadgeha Cezaya Giran a a 15’emîn ya Stenbolê a li hemberî Yerleşkeya Saziyên Înfaza Cezaya Sîlîvriyê dest pê kir. 24 rojnamegerên girtî û 3 rojnamegerên beyî ku girtî tên darizandin tevli danişînê bûn. Her wiha Feleknaz Uca, ji nûneriya Federasyona Rojnamgerên Ewropayê ya Fransayê Patrîck Kamenka jî tevli bûn.
Danişîn bi parastina xebatkarê berê yê şîrketa belavkariyê ya Firatê, Haydar Tekîn destpê kir. Haydar Tekîn parastina xwe bi alîkariya wergervan kir û binçavkirina rojnamegeran û zextên polîsan şermezar kir. Tekîn balkişand ser pêvajoya çareseriyêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û got: “Ez bawerim ev pêvajoya rizgariya demokratîk dê bigihêje serkeftinê. Hêviya me eve ku heyeta dadgehê jî ligorî ruhê pêvajoyê nêzî doza me bibe.
Tekîn balkişand ser berxwedana Parqa Gezî û got: “Ez berxwedanê slav dikim. Êrîşa polîsan a li ser gel şermezar dikim.”
Danişîn bi parastina Tekîn didome.