Di civîna sê alî ya Soçiyê de çi peyam derketin?

Piştî têkçûna DAIŞ’ê ya li Sûriyê li bajarê Soçî yê Rûsyayê roja Çarşemê civîneke sê alî çêbû.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi hevtayê xwe Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî û yê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re rûnişt. Ev civîn weke haziriyên piştî şer hatin şîrovekirin. Pûtîn beriya civînê 20'ê Mijdarê Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad pêşwazî kir.

Piştî civîna 2 saetan Pûtîn got, "Di çareseriya krîzê de qonaxeke nû dest pê kiriye." Pûtîn diyar kir ku ev pêvajo wê ne hêsan be û got, "Hikûmeta Sûriyeyê jî di nav de hemû alî divê li hev bikin û ji ya xwe warin xwarê."

Pûtîn diyar nekir bê ka ji kîjan aliyan ve ji ya werin xwarê. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji bo çareseriya krîza Sûriyê organîzasyona Kongreya Gelan pêşniyar kir.

Li gorî Pûtîn ev kongre ji bo pêvajoya çareseriyê ya Cenevreyê wê bibe nûçik. Tê payin ku hevdîtinên Cinêvê 28’ê Mijdarê dest pê bikin.

Pûtîn li ser Kongreya Gelan ti dîrok diyar nekir lê ji bo çareseriyê weke siûdekê nirxand.

Serokkomarê Îranê Rûhanî got ji bo dawî li krîza Sûriyeyê were ev perspektîfeke nû ye.

Rûhanî got, "Li vî welatê bêyî destûr hikûmeta meşrû divê hinceta ku êdî leşkerên biyanî li Sûriyeyê bimînin nemaye." Rûhanî bi van gotinên xwe diyar nekir bê ka behsa kîjan hêzan dike. Lê wiha hate şîrovekirin ku bi van gotinên xwe koalîsyona bi pêşengiya DYA'yê destnîşan kiriye.

TEKANE ŞERTÊ ERDOGAN KURD IN

Hêzên leşkerî yên Tirk jî bêyî destûra hikûmeta Sûriyeyê li Sûriyeyê bi pozîsyona dagirkeran in. 

Di civînê de Erdogan jî hebû, şertê tekane yê Erdogan ew bû ku Kurdan li derveyî pêvajoyê bihêlin. Ti daxuyaniyeke fermî nehate dayin, bê ka ev daxwaza Erdogan hatiye qebûlkirin an na.

REJÎMA SÛRIYÊ JI CIVÎNÊ RE HAZIR E

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê jî got bi dilê wan e ku li Soçiyê bi hêzên bendê re civînekê bikin.

Wezîr got, "Sûriyê her cure çalakiyên siyasî destek dike ku serweriya wê û yekparetiya xakê wê diparêze û her wiha dawî li herikandina xwînê tîne." Wezaretê her wiha diyar kir ku ew encamên civîna Soçiyê baş dibînin.

BENDA PARÇEYÎ Û QELS DIXWAZIN HEVALBENDIYA XWE ÇÊBIKIN

Paralelî civîna li Soçiyê li Siûdî jî komên bendên cuda li Riyadê civiyan. Kralîeta Siûdî beriya rûniştina Cinêvê dixwaze ku van koman bi ser hev de bîne û bike ku gotina wan yek be.

Lê qanadê ku Siûdî wan dike bend di nav xwe de feşkilî ne û ti yekîtiya wan nîn e û şikestî ne.

Beriya civînê bi du rojan ên ku weke nûnerên bendê (muxalîf) nîşan dabûn îstîfa kiribûn. Di nav van de Rîad Hîcab jî heye.

Rayedarekî payebilind ê di Komîteya Danûstaninên Bilind de ji AFP’ê re got kesekî ku nedixwest Esad di siberoja Sûriyê de bimîne hate  vederkirin. Heman kesî got Rûsyayê di vê babetê zext û zordarî li ser Siûdî kiriye.

Komên bi navenda Riyad, Stenbol, Kahîre û Moskowê hene û ev kom bi lîsteyên cihê wê tevlî lihevrûniştina  cara 8’an a Cinêvê bibin.