Di civîna ‘Bajarên bêtirs’ de mohra Rojava

Di civîna ‘’Bajarên bêtirs’ de ku li Barselonayê çêbû, pêwendiyeke zêde ji bo Rojava hebû.

9-11’ê Hezîrana 2017’an li Barselona ya Katalonyayê civîna ‘’Bajarên Bêtirs’ pêk hat.  Pêwendiyeke zêde ji bo mêvanên ji Rojava û Bakurê Kurdistanê hate nîşandan. Haziriyên vê civînê ev salek bû dihate kirin, civîna ji hêla ‘Barcelona en Comu’ ve pêk hat ku şaredariya Barcelona di dest wan de ye.

Bajarên xwediyê demokrasiyeke xurt, sosyal û pirrengîxwaz ku di nav wan de Barselona, Mardîn, Napolî ya Italya, Grenoble ya Fransa û Berkeley a DYA’yê hebûn, beriya bi salekê di asta navnetweî de ketine lêgerîna avakirina pêkhateyeke alternatîf.

Ji Rojava berpirsa  Karê Derve yê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê Sînem Muhammed jî hatibû vexwendin.

Civîn li Zanîngeha Barselona ya dîrokî ji 68 welatan bi tevlêbûna 600 şaredar, endamên meclîsê, aktîvîstên tevgerên civakî, lêkolîner, nîvîskaran pêk hat.

 ‘GELÊ ROJAVA GEL BI HEV RE DIJÎN’

10’ê Hezîranê Sînem Muhammed axivî û behsa bandora Şoreşa Rojava ya li ser Sûriyê û bakur kir û diyar kir bê ka ev qadên ku hatine rizgarkirin çawa hatine rizgarkirin. Her wiha Muhammed got jin pêşengiya Şoreşa Rojava dikin, civakan nîjatperestî li pey xwe hiştine û bi he re dijîn û behsa wan dijwariyan kir ku bajar lê rast hatine.

Pitşî axatinê çepikên xurt ên ji bo Muhammed bû sedem ku atmosferke hîsî çêbibe.