Di Cejna Aştiyê ya Aubagne de ji bo Ocalan hezar îmze hatin komkirin
Di Cejna Aştiyê ya Aubagne de ji bo Ocalan hezar îmze hatin komkirin
Di Cejna Aştiyê ya Aubagne de ji bo Ocalan hezar îmze hatin komkirin
Di Cejna Aştiyê ya ku her sal li navçeya Aubagne ya başûrê Fransa tê amadekirin de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hezar îmze hatin kom kirin.
Şahiya ku ji aliyê şaredariya Aubagne ve hat rêxistin kirin, piştî sê rojan berdewam kir şeva Yekşemê bi dawî bû. Di tevaya şahiyê de semînerên ku li ser mijarên aştiya Derya Spî û Cîhanê konser hatin dayîn û komeleyên xwecih jî ji bo danasîna xebatên xwe çadir danîn. Di şahiyê de Navenda Çanda Mezotopotamya ya Marsîlya standa enformasyonê vekir. Kurdistaniyan di tevaya şahiyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî îmze kom kirin. Şahî piştî maratona weke hercar ya Cejna Aştiyê di seatên şevê de bi dawî bû.
Şaredarê Aubagne Daniel Fontaine di heman demê de erka serokatiya “Komeleya Serokên Şaredariya Aştiyê diparêzin” bi rêve dibir. Ji 157 welatên ku 5700 şaredarî jê bûne namzet, serokê giştî yê komeleyê Serokê Şaredariya Hîroşima Tadatoshi Akiba bû.
Cejna Aştiyê ya ku 30 sale li Aubagne her sal tê pîroz kirin, ji bo balê bikşîne ser pirsgireke cuda, her sal diyarî miletekî tê kirin. Cejna Aştiyê ya Aubagne li ser banga "Bangawaziya Sedan" a di sala 1982’yê de li dijî şer, çek û teknolojiya nukleerê hatiye damezrandin destpê kir û di heman demê de yek ji şahiyên herî giring yên Firansa ye.
Maratona Aştiyê di Cejnê de herî zêde bal dikişîne. Rêgeha maratonê bi şeklê kevokê hatiye amade kirin û ji hemû beşên civakê bi hezaran kes beşdar dibin. Di maratonê de di heman demê de di çerçeveya “Gundê Cîhanê” de gelek standên ronakbîriyê tên vekirin û çalakiyên çandî tên kirin.