Di çarçoveya hevdîtinên Cenevreyê de 7 welat li hev civiyan

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen, di çarçoveya hevdîtinên Cenevreyê de bi nûnerên gelek welatan re li Cenevreyê hevdîtin kir.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen, ji dema destpêkirina wezîfeya xwe ve yekemcar bi nûnerên Elmanya, Fransa, Misr, Urdun, Erebîstana Siûdî, Îngilîstan û DYE'yê re ji bo çareseriya siyasî ya şerê li Sûriyeyê, li Cenevreyê hevdîtin pêk anî.

Civîn roja Înê li ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê pêk hat.

Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey, Nûnerê Taybet ê Elmanyayê Robert Rohde, Asîstanê Wezîrê Karên Derve yê Misrê Yasser Elwy, Nûnerê Taybet ê Fransayê Francois Senemaud, Nûnerê Taybet ê Urdunê Harron Hasan, Nûnerê Taybet ê Erebîstana Siûdî Thamer Sabhan û Nûnerê Taybet ê Îngilîstanê Martin Longden tevlî civînê bûn.

Geir Pedersen ku hefteya bihurî tevlî civîna Astanayê ya bi garantoriya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê bû, diyar kiribû ku pêwîstî bi afirandina formuleke hevpar a destekê dide hevdîtinên Cenevreyê heye.

Tê payin ku Pedersen hefteya bê li Cenevreyê bi nûnerên taybet ên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê re hevdîtinê bike.

Hevdîtinên Cenevreyê herî dawî 14'ê Îlona 2018'an bi pêşengiya Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê berê Staffan de Mistura pêk hatibû. De Mistura dema ku wezîfeya xwe radestî Pedersen kir dabû xuyakirin ku ew di karê xwe de bi ser neketiye.