Di çapemeniya cîhanê de êrîşên dagirkerî û berxwedan

Çapemeniya cîhanê bi êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê re balkişand li ser îxaneta li dijî Kurdan, metirsiya ji nû ve bihêzbûna DAÎŞ’ê û berjewendiyên welatên mîna Rûsyayê.

‘DOSTÊ KURDAN TUNE LÊ ÇIYAYÊN WAN HENE”

BBC’yê di nûçeya bi sernavê ‘Dostê Kurdan tune lê çiyayên wan hene’ de cih da sivîlên ku ji ber êrîşên dagirkeriyê neçar mane ji herêmên sînor birevin. Qenal bi derhênerekî fîlman a  bi navê Şevînaz re civiya û gotinên “Erdogan derewkerekî mezin e” parve kir û ragihand ku armanca bingehîn Kurd û gelên din ji cihê wan kirine.

Şervanê YPG’ê yê bi navê Cûdî ku ji BBC re axivî û diyar kir ku di dîrokê de gelek caran îxanet  li Kurdan hatiye kirin û hatine terkirin. Cûdî diyar kir ku ew ê li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bidin û wiha got; “Dostê Kurdan tune lê çiyayên wan hene”.

RÛSYA WÊ SÛD BIGRE; TIRKIYE WÊ HÊ BÊHTIR ÎZOLE BIBE

Di nûçeya rojnameya Fransayê Le Monde de jî hate diyar kirin ku rêveberiya Rûsya bi saya êrîşên dagirkeriyê dixwaze pozîsyona xwe ya li Sûriyeyê bihêztir bike. Rojnameyê cih da nêrînên pisporê Rojhilata Navîn yê Rûs Aleksandr Chûmîlîn ku wiha dibêje “Rewşa heyî wê Moskowayê bihêztir bike” û wiha jî domand; ‘Rûsya ji ber şaşiyên hinekan baş dizane qezençê bidest bixe.”

Chûmîlîn bi domdarî wiha got; “Îro jî Washîngton paş ve vekişiyaye û di rewşek zeîf de ye. Em werin ser Tirkiyeyê her ku diçe ew ê di pozîsyonekî hê bêhêtir îzole bûyî de xwe bibîne.”

Li aliyê din di nûçeya Le Monde de hate gotin ku Kurd baweriyê bi rejîma Şamê naînin lê Rûsya hedef dike ku Kurdan bi zorê bi rejîmê re bide lihevkirin.

ERDOGAN BLOKA MUXALEFETÊ BELAV KIR

Di nûçeya bi îmzeya Delphîne Mînoûî ya di Le Figaroyê de hate diyar kirin ku li Tirkiyeyê ji derveyî HDP’ê partiyên din êrîşên dagirkeriyê qebûl kiriye. Di nûçeyê de nêrînên pisporekê tê parve kirin û hate gotin ku Erdogan di demeke kurt de bloka muxalefetê ya bi hilbijartinên Stenbolê re çêbûyî belav kiriye û peyama pîrozkirina dagirkeriyê ya Ekrem Îmamoglû jî weke mînak hate nîşandan.

Di nûçeyê de tê diyar kirin ku şervanên Kurd ku di şerê bajaran de bi bandorin ew ê li navendên bajaran windahiyên mezin bidin artêşa Tirk û ji ber sedema şer ew ê çeteyên DAÎŞ’ê organîze bibin û dîsan êrîş bikin.

Di nûçeyê de hate gotin ku rejîma Erodgan destûr nade bi ti awayî were rexnekirin û di roja destpêkê de herî kêm 2 rojnameger hatine girtin û bi ti awayî gelên li Tirkieyê nerazîbûn nîşanî şantaja penaberan a li dijî Ewropayê nedane.

SPIEGEL BAL KIŞAND LI SER SIVÎLAN Û ÎHTIMALA BIHÊZBÛNA DAÎŞ’Ê

Di nûçeya kovara Der Spîegel ya Elmanyayê de jî qala mirinên sivîlan hate kirin û hate gotin ku ji ber êrîşên dagirkeriyê bi deh hezaran sivîl reviyane. Spîegelê got li Girê Spî û Serêkaniyê heta niha nêzî 60 hezar sivîl reviyane.

Li aliyê din di nûçeyê de fikarên cidî yên têkildarî rîska reva çeteyên DAÎŞ’ê yên di destê hêzên QSD’ê de hate parve kirin.

HAARETZ: TRÛMP HEVKARÊ SÛCÊ PAQIJIYA ETNÎKÎ YE

Di nûçeya bi îmzeya Sîmon A.Woldmann ya di rojnameya Haaretz ya Îsraîlê de jî hate gotin ku Trûmp hevkarê sûcê plana paqijiya etnîkî ya li dijî Kurdan e. Waldmann got ku plana bingehîn ya Tirkiyeyê Kurdan ji cihê wan kirine û li cihê wan koçberên Ereb bicihkirine û maqaleya Andrew Bell-Fîakoff ya ‘paqijiya etnîkî’ ya sala 1993’an bibîrxist. Waldmann nivîsa Bell-Fîalkoff ya ‘Komekî gel ya nayê xwestin’ ji cihê wan kirin û li cihê wan komeke din bicih kirin paqijiya etnîkiye’ bibîrxist.