Di çalakiyên 'Pêncşema Reş' de hefteya 197.
Di çalakiyên 'Pêncşema Reş' de hefteya 197.
Di çalakiyên 'Pêncşema Reş' de hefteya 197.
Xebatkarên Şaredariya Peyasê ya Amedê, ji bo serbestberdana Şaredarê xwe Zulkuf Karatekîn, Alîkarê Şaredar Sabahattîn Dînç û siyasetmedarên Kurd ên girtî, cara 197. çalakiya 'Pêncşema Reş' lidar xistin.
Di daxuyaniya li ber avahiya xizmetê ya Şaredariya Peyasê de Alîkarên Şaredar Anûr Yilmaz, Îhsan Avci, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê Davût Kesen, Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Azad Hayrettîn Çelîk, rêveberên Genel-Îş, Tum-Bel-Sen, endamên meclîsê û xebatkar amade bûn.
Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Azad Hayrettîn Çelîk di çalakiyê de axivî û got, "Ji ber dema dirêj ragirtinê divê ev hevalên me yên ragirtiî, serbest bên berdan. Tirkiye her roj bi bûyereke nû hişyar dibe. Herî dawî îstifaya wezîran û nelirêtî ket rojevê. Hikûmet ji rêxistinbûyîna li nava dadgerî û polîsan gazinan dike. Gelê Kurd bi salane ji ber van komployên dagerî û polîsan di girtîgehan de ye. Bi salane em dibêjin; divê edalet ji bo her kesÎ be."
Çalakiya pêncşema reş bi 5 deqeyan çalakiya rûniştinê bi dawî bû.