Di çalakiya 'Pêncşema Reş' de hefteya 186.

Di çalakiya 'Pêncşema Reş' de hefteya 186.

Xebatkarên Şaredariya Peyasê ya Amedê, ji bo serbestberdana Şaredarê xwe Zulkuf Karatekîn, Alîkarê Şaredar Sabahattîn Dînç û siyasetmedarên Kurd, vê heftê çalakiya 186. a "Pêncşema Reş" lidar xistin.

Di çalakiya li ber avahiya xizmetê ya Şaredariyê de Cîgirê Şaredarê Peyasê Celal Efe, Alîkarê Şaredar Îhsan Avci, Şaredarê berê yê Yenîşehîrê Firat Anli, Alîkara Şaredarê Sûrê Turkî Gultekîn, Serokê Tum-Bel-Sen Şaxê Amedê Medenî Alpkaya, dayikên aştiyê, endamên meclîsê û xebatkar amade bûn.

Nûnerê Cihê Kar ê Sendîkaya Genel-Îşê Mehmet Şah Sarikaya di çalakiyê de daxuyanî da û ev bang li hikûmetê kir: "Em dixwazin, weke nîşaneya samîmiyeta we ya li pêşberî pêvajoya çareseriyê hevalên meyên çar sal in we bi neheqî azadiya wan ji dest girtine, serbest berdin. Ev biryar wê nîşan bide ku pakêta hikûmetê ya demokratîkbûyînê, bi kêrî gelan tê yan na."

Piştî axaftinan protestoya "Pêncşema Reş" bi çalakiya pênc deqeyan a rûniştinê bi dawî bû.