Di çalakiya Parîsê de kesekî ‘biguman’ hat binçavkirin

Di çalakiya Parîsê de kesekî ‘biguman’ hat binçavkirin

Kesekî ku çalakiyên li nêzî Parlamentoyê yên ji Pêncşema buhrî li paytexta Fransa Parîsê hatine destpê kirin dişopand û bi tevgera xwe ya biguman bal dikişand ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Di dema greva birçîbûn û çalakiya kon a li nêzî Parlamentoya Parîsê berdewam dikir li ser nerazîbûna çalakvanan kesekî “biguman” hat binçavkirin.

Li gor agahiyên hatin girtin ev kesê weke “îstixbarvan” tevdigeriya, bênavber çalakiya rûniştinê ya şeva Pêncşem-Înê li ber Parlamentoyê hat lidarxistin li gel greva birçîbûnê ya ji roja Sêşemê ve didome dişopand. Ev kesê ti peywendiyeke wî bi polîsên derdorê re nebû ji ber nêzîkatiyên wî çalakvanan ji polîsan kesê mijara gotinê ka polîs e yan ne pirs kirin. Polîsan diyar kir kesê mijara gotinê ti peywendiya wî bi wan re nîne û derdora saet 15.30’an binçav kirin. Hat gotin ku ev kes ji Tunusê ye lê der barê nasnameya wî ya rast de û çima çalakiyê dişopîne de ti agahî nehatin girtin.