Di bombebaranên Suriyê de 20 kesan jiyana xwe jidest dan
Di bombebaranên Suriyê de 20 kesan jiyana xwe jidest dan
Di bombebaranên Suriyê de 20 kesan jiyana xwe jidest dan
Hêzên rijêma Suriye vê sibehê êrîşekê hewayî liser bazara Helebê pêkanîn. Di êrîşê de 2 jê zarok herî kêm 20 kesan jiyana xwe jidest dan. Rêxistina Çavdêr ya Mafê Mirov a Suriyê di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, jinava kesên jiyana xwe jidest dane jinek, zarokek temenê nêzî 14 salî û rojnamevanekî ku bi dildar kardikir jiyana xwe jidest dane.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, êrîşên hewayî liser taxa Tark-El Bab dejî hatine lidarxistin. Rêxistina mafê Mirovan da diyar kirin ku, wê jimara miriyan hîn zêdetir bibe.
Hate diyarkirin ku jiber sedêmê êrîş liser bazara ku xelkê sebze û amêrên elektrîkê dikirîn pêkhatiye, jiber wê jimara kesên jiyana xwe jidest dane zêdeye. Di heman daxuyaniyê de hat diyar kirin ku gelek avahiyên li derûdorê ruxiyane.