Di bombebarana rejima Sûrî de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da

Di bombebarana rejima Sûrî de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da

Artêşa Balefirên şer ên rejîma Baas gundên Harikê, Şermux, Ebara, Ebu Gesaîp û Gulê bombebaran kirin. Hate ragihandin ku, di topbarana ku hîn didome de tenê li gundekê 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, lê derbarê topbarana gundên din de agahî nehatin bidestxistin. Herwiha êniyên gundan koç dikin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, leşkerên artêşa rejîma Baasê şevê din saet derdora 12.00'an de gundên Harikê, Şermux, Ebara, Ebu Gesaîp û Gulê ku di navbera 25 û 30 kîlometreyan dûrî Qamişlo ne, topbaran kirin. Hate ragihandin ku, di topbaranê de li gundê Şermux heta niha 5 kesan jiyana xwe ji dest daye, lê derbarê topbarana gundên din de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Hate diyarkirin ku, topbaran car caran dom dike û şêniyên gundan jî malên xwe terk kirine û ber bi bajaroka Til Meeruf, bajarên Tirbesipiyê û Qamişlo ve çûne.

Hate hînbûn ku, di gundên Ebu Gesaîp û Şermux de komên çekdar hene. Her wiha li gundê Ebu Gesaîp qereqola leşkerî ya rejîmê heye û ji aliyê komên çekdar ve hatiye dorpêçkirin. Tê gotin ku, ev topbaran jî bi armanca ku dorpêçkirina qereqolê ji holê rabe, tê kirin.