Di bombebarana Dêrikê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da

Di bombebarana Dêrikê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da

Di encama bombebarana helîkopterên rejîma Sûriyeyê ya li Dêrikê welatiyê bi navê Seîd Umer ê 28 salî jiyana xwe ji dest da û 9 kesên din ku piraniya wan zarok in birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin di encama bombebarana vê sibehê ya helîkopterên rejîma Baas a li ser bajarê Dêrikê de welatiyê bi navê Seîd Umer Hecî yê 28 salî jiyana xwe ji dest daye û 9 kes ku piraniya wan zarok in birîndar bûne.

Navê birîndaran wiha ye:

Hewlêr Mihed Îbrahîm (5), Aya Mihemed Îbrahîm (3), Mihemed Îbrahîm (8) ev her sê xwîşk û birayên hev in û ji Taxa Zorava ne, Jiyan Ebas (11), Umer Hesen Murad (12), Yûsif Lehdo (45), Elî Xelîl Sefo, Hemza Îsmaîl Murad (22) ev li nêzî rawestgeha bajêr birîndar bûn e.

Îro saet di 09.30’an de helîkopterên rejîma Baas bajarê Dêrikê bombebaran kir. Li gorî agahiyên hatine wergirtin bombeyek li nêzî rawestgeha bajêr û yek li nêzî taxên  Taca Sor û Zorava ketine. Her wiha helîkopterên rejîmê piştî bombebarana bajarê Dêrikê, saet di 10.45’an de berê xwe dan Girkê Legê û gundê Sêgirka Çolê yê girêdayî Girkê Legê bombebaran kirin.