Di biryara DMME'yê de çi tê gotin?

Gotinên di biryara DMME'yê de ya ji bo berdana Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi rengekî zelal armanca tasfiyekirina siyasî ya Erdogan û AKP'ê ya beriya referandûm û hilbijartinê nîşan dide.

DMME'yê ji çarçoweya operasyonên qirkirina siyasî ya ji Mijdara 2016'an û vir ve ku li ser serdana Demîrtaş ê girtî disekinî, biryar li ser da ku gelek mafên ku Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) nas kiriye, hatine binpêkirin.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana têkilî girtîbûna Demîrtaş qebûl kir, bi çarçoweya xala 18'an biryar da ku serlêdan dikare were qebûlkirin. Di biryarê de hate gotin Demîrtaş li ber Dadgeha Destûrê, di demeke kurt de wê nikaribe bikeve ber kontrola hiqûqî.

Xala 18'an a PMME'yê dibêje, ''Sînordarkirina jêkêmkirina mafan, li ser maf û azadiyên ku behsa wan tê kirin sînordarkirinên ku bi hikmên Peymanê destûra wan tê dayin, li derveyî armancên ku hatine diyarkirin nikare were bicihanîn''.

Dadgehê red kir ku girtîbûna Demîrtaş ne li gorî yasayên Tirkan e, bal kişande ser ku berdewamiya girtîbûnê xwe naspêrê ser hincetên maqûl, serbesberdana wî di biryarê de, bi binpêkirina bi xala 5/3 ya ''mafê azadî û ewlehiyê' ya PMME'yê da.

DMME'yê her wiha cih da gotinên Demîrtaş ên 2014'an ku destek dide berxwedana Kobanê û diyar kir Demîrtaş ti sûc nekiriye. Di biryarê de tê xwestin ku dewleta Tirk dawî li rewşa girtîbûnê ya Demîrtaş bîne.

Di biryarê de dewleta Tirk bi 10 hezar euro tazmîna manewî hate mehkûmkirin û her wiha ji bo lêçûnên darizandinê û hwd. bi 15 hezar euro tazmînatê cezar kir.

Di daxuyaniyê de ya têkilî sedemên biryarê hate gotin Tirkiye gelek xalên PMME'yê binpê kiriye û 'li ser demokrasiyê gef hene'. Her wiha amaje pê tê kirin girtîbûna Demîrtaş, bi taybetî di referandûma 2017'an de xizmet ji armanceke veşartî re kiriye, da ku 'na' bi ser nekeve.

DI SER PARLAMENTOYÊ RE MAFÊ DERBIRÎNA RAMANA GEL HATE BINPÊKRIN

Di biryarê de hate gotin hincetên ku dadgehên Tirk rewşa girtîbûnê ya Demîrtaş dirêj dikin 'ne têrkar' in û her wiha di ser Demîrtaş re pêşî li 'derbirîna ramana gel' a parlamentoyê tê kirin. Di biryarê de tê bibîrxistin, Demîrtaş ji dema ku hatî girtin heta 24'ê Hezîranê parlamenter bûye, ji ber sedema girtîbûna wî 'azadiya derbirînê ya raman gel' ku temsîla wê dikir hatiye binpêkirin.

DMME'yê her wiha bal kişande ser wê ku mafê Demîrtaş 'ê hilbijartinê û bicihanîna parlamenteriyê' jî hatiye binpêkirin.

ARMACA VEŞARTÎ YA DI REFERANDÛMA Û HILBIJARTINÊ DE

Di biryara dadgehê de amaje pê tê kirin ku bi girtina Demîrtaş re hikûmeta AKP'ê li ser referandûma 2017'an û hilbijartina Serokkomariyê ya 2018'an bi 'armanceke wiha ne ku li xwe mikur nehatine'. Di biryarê de her wiha tê gotni hikûmeta Tirk xwestiye ku 'pirrengiyê bifestînin 'û atmosfera siyasî ya azad ku sîsika civaka demorkatîk e sînordar bikin.

Di dadgehê de gotinên Erdogan ên dema pêvajoya dozê jî balê dikişînin. Erdogan piştî xwedîderketina li berxwedana Kobanê ya 2014'an û 2015'an piştî têkçûna di hilbijartinê de gef li HDP'ê xaribû û îşaret pê kiribû ku bi rêya darazê wê dest li ser mafê destlênedanê yê parlamenteran wer dadnîn.

CIH DANA FERMANÊN BI ARAMANCA TASFIYEYA SIYASÎ YÊN ERDOGAN

Di biryara DMME'yê de cih dane fermanên Erdogan ên bi mebesta tasfiyekirinê yên li ser HDP'ê û saziyên Kurd û siyaseta demokratîk. Hin gotinên Erdogan ên di biryarê de cih danê:

-''Ez rast nabînim ku partiyek were girtin. Lê dibêjim divê rêveberên vê partiyê berdêla wê bidin. Yek bi yek'(28 Tîrmeh 2015)

-''Divê em meseleya destlênedanê zû biencam biim. Parlamento divê zû gavê bavêje. Kesek dibe yan du ke divê em rêgezê deynin holê. Çi ye ev rêgez? Kesên ku birayên min ên Kurd derxistin uçeyan û bûne sedema mirina 52 kesî wê neyên darizandin, li parlamentoyê bin, ên ku dibêjin li pişt wan PKK, PYD, YPG heye paqij bin? Heke parlamento tişta hewce neke ev milet wê hesabê dîrokî ji vê parlamentoyê bipirse (16 Adar 2016)

''DIRÊJKIRINA REWŞA GIRTÎBÛNÊ DIVE XWE BISPÊRÊ HINCETÊN KU MIROV QANIH BIKIN'

DMME'yê di biryarê de bal kişande ser pratîka 'bi otomatîkî dirêjkirina rewşa girtîbûnê' ya dadgehê Tirk, îşaret pê tê kirin ku ev binpêkirina benda 3'yan a xala 5'an a PMME'yê ye. Di biryarê de her wiha hincetên kelevajî yên daraz Tirk ên mîna ,''wê bireve'', ''ser delîlan were tarîkirin'', ''bandorê li şahidan bike'' jî tê dayin û tê destnîşankirin beriya ku biryara girtîbûnê ya ku wê mirovan ji azadiya wan bêpar bihêle û azadiyên takekesî were sînordarkirin, ''fiîlên teqez'' ên têkilî îdîaya li ser sûc ''bi rengekî ku rmiov qanih bikin divê werin diyarkirin''.

Her wiha dîsa tê gotin giraniya sûcên ku davêjin ser Demîrtaş û giraniya cezayên ku ji bo Demîrtaş tê xwestin nabe hincet ku rewşa girtîbûnê ya Demîrtaş were dirêjkirin.

Di biryara dadgehê de her wiha serlêdana ku Demîrtaş 'di demeke kurt de' serî li Dadgeha Destûrê nedaye û xala 5/4'an a PMME'yê hatiye binpêkirin red kir. Di sedemê de jî hate gotin piştî 'hewldana darbeyê' ya Tîrmeha 2016'an giranbûna barê Dadgeha Destûrê hate destnîşankirin û Demîrtaş di 13 mehan de karîbûye ku serlêdana xwe bike.

'HILBIJARTIN TÊRÊ NAKE, MAFÊ XWE YÊ KARKIRINÊ JÎ HEYE'

Li ser serlêdana Demîrtaş a li gorî xala 3'emîn a protokola hejmara yekemîn a PMME'yê, di sedema biryarê de tê gotin, di tevlîbûna hilbijartinê de mafê hilbijartinê bi tena serê xwe têrê nake. Di biryarê de tê bibîrxistin, mafê kesên di hilbijartinên giştî de hatine hilbijartin heye ku wezîfeya xwe ya parlamenteriyê bike. Hate ragihandin, pêşî li Demîrtaş hatiye kirin ku di navbera Mijdara 2016'an û Hezîrana 2018'an de karê xwe yê li parlamentê bike.

Işaret bi wê yekê tê kirin, tevî ku girtina wî li hiqûqa Tirk tê jî, ji ber ku Demîrtaş hem parlamenterek e hem jî lîderekî mûxalefetê ye divê dadgerên ku biryara girtina wî dane zanibin 'di asta herî bilind de xwedî parastinê be'. Di biryara DMME'yê de tê ragihandin, dadgerên Tirk li ser girtina demkî ya demdirêj a Demîrtaş, hincetên cidî nekarîne pêşkêş bikin. Di biryarê de bal tê kişandin ser nêrîna dadgerên Tirk ên şerh danîne ser biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a li ser Demîrtaş û tê gotin, li şûna girtina Demîrtaş alternatîfên berdana bi şert û kontrolê qet nehatine nirxandin. Di biryarê de tê destnîşankirin, ev yek jî li pêşiya Demîrtaş bûye asteng ku parlamenteriya xwe bi cih bîne.

Di dewama biryarê de tê destnîşankirin, dirêjkirina dema girtina Demîrtaş binpêkirina mafê îfadeyê yê gel e û hincetên di vî warî de hatine pêşkêşkirin 'kêm' in.

ATMOSFERA LI TIRKIYEYÊ DI ASTEKE WELÊ DE YE KU DIKARE BANDORÊ LI DADGERIYÊ BIKE

Xaleke din ku di biryara DMME'yê de balê dikişîne ew e ku tê gotin, atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê bandorê li dadgeriyê dike.

Di biryarê de bal tê kişandin ser nêrînên çavdêrên navneteweyî û raporên Komîseriya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê û ev tespît tê kirin: 'atmosfera aloz a siyasî ya salên dawî di asteke welê de ye ku dikare bandorê li biryarên dadgeriya neteweyî bike'. Hate destnîşankirin ku tevî doza Demîrtaş li dijî gelek parlamenterên din ên HDP'yî, hevşaredaran û 'dengê mûxalîf' dadgeran biryarên tund dane.

'SÎSTEMA DEMOKRATÎK KETE NAVA REWŞEKE METIRSÎDAR'

Di sedema biryara DMME'yê de yek ji gotinên herî tund jî ew e ku tê gotin, mesele ne tenê binpêkirina mafên şexsî yên Demîrtaş e. Tê gotin, "Dadgeha me di wê baweriyê de ye, ku ne tenê mafên şexsî yên Demîrtaş, sîstema demokratîk jî ketiye nava rewşeke metirsîdar'. Di sedema biryarê de işaret bi 'armancên veşartî' yên hikumeta AKP'ê yên di referandûm û hilbijartinê de tê kirin.

Di biryarê de tê gotin, hikumeta Tirk dixwaze 'pirdengiyê bifetisîne' û pêşî li nîqaşa siyasî ya azad ku cewhera civaka demokratîk e bi sînor bike'. Ji ber vê yekê jî hikum da ku hem madeya 18'emîn hem jî xala 3'emîn a madeya 5'êmîn hatine binpêkirin.