Di bin çavdêriya polîsan de nîjadperestan êrîşî xwendekarên Kurd kir

Di bin çavdêriya polîsan de nîjadperestan êrîşî xwendekarên Kurd kir

Li Mûglayê li yurdê  xwedekarên nijadperestên faşîst êrîşî xwendekarên kurd kirin. Li ber çavên polîsan nijadperestên faşîst gule avêtin hewayê polîsan mudaxale nekirin gelek xwendekarên Kurd binçavkirin.

Li Mûglayê li Zanîngeha Sitki Koçman li yurda xwendekaran ya Prof. Dr. Ethem Ruhî Figlali di navbera  xwendekarên Kurd û nijadperest de şevêdin şer derket. Dema ku xwendekarên Kurd ji bo xwarin diçûn cihê xwarinê hatin cem koma nijadperest yên faşîst gotin “ hûn çima li me dinêrin” li ser vê yekê pevçûn destpê kir. Pevçûna ku di cihê xwarinê de derket dema ku xwedekarên Kurd çûn odeyên xwe koma nijadperest ya faşîst ji xwendekarên Kurd re gotin “ Xwe li me bigirin em dê bên jêrê” li ser vê yekê şer mezintir bû.

Bi zêdebûn şer re gelek polîs çûn yurda xwedekaran. Her çiqasî ku nijadperestan faşîstan 5 gule berdan hewayê jî polîsan tu mudaxele nekirin. Di dema ku li benda hatina  polîsan bûn komek nijadperest ya ku ji derve hat heqaret li xwendekarên Kurd kirin û kevir avêtin xwenderkarên Kurd.

Polîsan demek dirêj li êrîşa li hemberî xwenderkarên Kurd mêzekirin mudaxele nekirin. Polîsan ji koma nijadperest yên dihundirê yurdê de hinek binçavkirin lê belê mudaxeleyî koma ku ji derve êrîşê xwendekarên Kurd kirin nekirin. Li ser vê yekê polîsan xwendekarên Kurd yên binavê Mert Aslan, Ahmet Topkan û xwedekarekî Kurd yê ku paşnavê wî ne hat zanîn Kemal û gelek xwendekar hatin binçavkirin. Hat zanîn ku, şerê li yurdê bi dawîbûye.