Di bin çavdêriya polîsan de, êrîşa faşîst a li ser xwendekaran
Komeke faşîst a ku ji derveyî zanîngehê hatibû, êrîşî xwendekarên Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enereyê kir.
Komeke faşîst a ku ji derveyî zanîngehê hatibû, êrîşî xwendekarên Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enereyê kir.
Komeke faşîst a ji navçeya Încesûyê ya Ankarayê hatin, êrîşî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê kirin. Komê di bin çavdêriya polîs û ewlehiya taybet de, sloganên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qîriyan, êrîşî xwendekaran kirin.
Faşîstan bi kevir,dar û jopan êrîş kirin, di encama êrîşê de bi kêmanî çar xwendekar birîndar bûn, korîdorên fakulteyê jî hemû bûn xwîn.
Koma faşîst di bin çavdêriya polîsan de derketin derveyî fakulteyê, xwendekarên ku nerazîbûn nîşanî êrîşan dan jî qîriyan û gotin ku "Di nav xwîna ku we rijandiye, hûn ê bixeniqin." Di navbera faşîst û xwendekaran aloziyeke kurt rû da.