Di ambulansa ku çeteyan êrîş kir ajokar û hemşîreyekê jiyana xwe ji dest da

Di ambulansa ku çeteyan êrîş kir ajokar û hemşîreyekê jiyana xwe ji dest da

Komên çete yên ku hewl dan êrîşî Serêkaniyê bikin û li dijî berxwedana tund windahiyên mezin didin, êrîşî ambulansan kirin. Di encama êrîşê de ajokarê ambulansê û  hemşîreyekê jiyana xwe ji dest dan, ajokarek jî birîndar bû.

 Îro piştî ku komên çete hewl dan êrîşî Serêkaniyê bikin, ambulansên Heyva Sor a Kurd jî welatiyên di encama topbaranê de birîndar bûne birin nexweşxaneyên Qamişlo. Ambulansên ku piştre vegeriyan Serêkaniyê di rê de rastî êrîşa komên çekdar hatin. Di encama êrîşê de ajokarekî ambulansê jiyana xwe jidest da û yek jî birîndar bû.

 Li gorî daxuyaniya Hevyva Sor a Kurd, êrîş di saetên serê sibehê de li nêzî gundê Esediyê yê li ser riya Serêkaniyê pêk hat. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama êrîşê ajokarê ambulansê Silêman Cemîl û hemşîre Xebat Fermê jiyana xwe ji dest dane û ajokarek jî birîndar bûye. Ajokarê birîndar rakirin nexweşxaneya Qamişlo.

 Di daxuyaniyê de hate gotin ku ambulans ji bo xizmeta welatiyan hene, beriya niha jî bi dehan welatiyên nexweş û birîndar rakirine nexweşxaneyan.

 Di daxuyaniyê de êrîş hate şermezarkirin û wekî êrîşek li dijî zagonên navnetewî û însanî her wiha êrîşek li dijî exlaqê civakê ye. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku Heyva Sor li gel hemû êrîşan jî wê karê xwe yê mirovî bidomîne. Di daxuyaniyê de her wiha bang li hemû saziyên navnetewî hate kirin ku li dijî êrîşên nemerdî yên li hemberî xebatkarên tanduristiyê bêdeng nemînin û helwestê nîşan bidin.