Di Altin Portakal de îstîfaya sansûrê
Di Altin Portakal de îstîfaya sansûrê
Di Altin Portakal de îstîfaya sansûrê
Sansûra di Altin Portakal de ku rastî nerazîbûna derdora hunerê hat, ji juriya festîvalê Can Candan Îstîfa kir.
Di Festîvala Altin Portakal a 51. de, piştî belgesela ‘Yeryuzu Aşkin Yuzu Oluncaya Dek’ a berxwedana Gezî dike mijar hat sansûrkirin îstîfayan destpê kir. Serokê Juriya Bingehîn a Pêşbirka Fîlmbelgesel a Neteweyî Can Candan ji serokatiya Jurî îstîfa kir û got, “Li cihê ku sansur, bêberpirsiyartî û manîpulasyon hebe ez nîn im.”
ÇI ÇÊBIBÛ?
Di Festîvala Fîlm a Altin Portakal Antalya de belgesela bi navê “Yeryuzu Aşkin Yuzu Oluncaya Dek” bi erêkirina pêşjuriyê tevlî bernameya festîvalê bibû bi hinceta li hember Qanûna Ceza ya Tirk xala 125. Û 299 e ji lîsteyê hatibû derxistin.
Hunermend, Orhan Alkaya, Ayşenîl Şamlioglu, Haldun Açıksozl û Melek Ulagay Taylan jî di daxuyaniya ku ji ANF’ê re kirin sansûr şermezarkirin û gotibûn, “Altin Portakal sûc kiriye.”