Di 4 salan de nêzî 20 hezar kesî hatin cezakirin
Di 4 salan de nêzî 20 hezar kesî hatin cezakirin
Di 4 salan de nêzî 20 hezar kesî hatin cezakirin
Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn pirsnameya Serokwekîla Koma BDP'ê Pervin Buldan a têkildarî "Endamtiya rêxistinê" û "rêveberiya rêxistinê" bersivand û diyar kir ku li Tirkiyeyê ji sala 2009'an heta niha 38 hezar û 135 kes hatin darizandin û jê 19 hezar û 925 kes hatin cezakirin. 6 hezar û 620 jî beraet bûn.
Serokwekîla Koma BDP'ê Pervin Buldan, têkildarî "Endamtiya rêxistinê" û "rêveberiya rêxistinê" pirsname dabû Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn. Buldan, têkildari fikrayên 1-2 ên xala 314'an ên TCK'ê ji Wezîrê Dadê Ergîn agahi xwestibû. Wezîr Sadullah Ergin, pirsnameya Pervîn Bûldan bersivand û di pirsnameyê de diyar kir ku ji sala 2009'an heta sala 2012'an ji "Endamtiya rêxistinê" û "Rêveberiya Rêxistinê" 38 hezar û 135 kes hatin darizandin û jê 19 hezar û 925 kes hatin cezakirin. 6 hezar û 620 jî beraet bûn. Ergîn, anî ziman ku di sala 2009'an de ji "Endamtiya Rêxistinê" 5 hezar û 694 kes hatin darizandin û ji sûcdariya "Rêvebertiya Rêxistinê" jî hezar û 73 kes hatin darizandin û bi tevahî 6 hezar û 767 kes hatin darizandin.
HERÎ ZÊDE ÎSAL HATIN DARIZANDIN
Li gorî daneyên Wezaretê di sala 2010'an de ji "Endamtiya Rêxistinê 8 hezar û 817 kes hatin darizandin. Ji "Rêvebertiya Rêxistinê" jî 232 kes hêj tên darizandin. Di sala 2010'an de bi tevahî 9 hezar û 49 kes hatin darizandin. Di sala 2011'an de ji "Entamtiya Rêxistinê" 8 hezar û 603 kes hatin darizandin. Ji "Rêvebertiya rêxistinê" jî 178 kes tên darizandin. Di sala 2011'an de bi tevahîe 8 hezar û 781 kes hatin darizandin. Di sala 2012'an de ji "Endamtiya Rêxistinê" 13 hezar û 295 kes hatin darizandin. Ji "Rêvebertiya Rêxistinê" jî 243 kes hatin darizandin. Di sala 2012'an de bi tevahî 13 hezar û 538 kes hatin darizandin. Li gorî daneyan di salên 2009, 2010, 2011 û 2012'an de li Tirkiyeyê 38 hezar û 135 kes hatin darizandin û jê 19 hezar û 925 kes hatin cezakirin. 6 hezar û 620 jî beraet bûn.
Li gorî daneyan di sala 2009'an de 3 hezar û 17 kes, di 2010'an de 4 hezar û 319 kes, di sala 2011'an de 4 hezar û 705 kes, di sala 2012'an de jî 8 hezar û 224 kes hatin mahkumkirin.