Di 2013’an de li Swêdê bi guleyên polîsan 4 mirin

Di 2013’an de li Swêdê bi guleyên polîsan 4 mirin

Ji sala 2000’an ve her sal li Swêdê di encama gulebarankirinên polîsan de kesek jiyana xwe ji dest dide. Di sala 2013’an de jî bi guleyên  polîsan 4 kes hatin kuştin.

Li rexmê ku 3 kes ne bitenê ji bûn, bi hînceta ku di destê wan de çek hene û êrîşkarin hatin kuştin, kesê 4. jî ji ber beşdarî şelandinê bûye hat kuştin, der ket holê ku çeka kurusikî di destê wî deye.

Ji ber ku polîsên Swêdê bê ku di navbera kesên êrîşkaran de diyalogê pêkbîne, wan dikuje, bûye sedem ku bertekên  raya giştî, hem jî ya mafê mirovan li ,himber zêde bibe. Di meha Gulanê de li taxa Stockhomê Husbyê ji ber ku polîsan bi hêceta kêr heye kesê 69 salî kuşt, bû sedema bertekan û pişt re jî li gelek herêmên din belav bû, di dema serhildanên ku 10 rojan doman de bi sedan maşîne hatin, û camên gelek avahiyan hatin şkandin.

Ji bo polîsên Swêdê dersê pêwî wan bikin bikaranîna çekê domandin. Di meha Mijdarê de li Haforsê ji aliyê polîn  kesekî 45 saliyê ji Somaliyê ku serxweşbû û kêr di destê wî de bi mafazeyekî nêzîk gule lê reşandin, di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Bi bertekên gel, Rêxitinên Mafê Mirovan û hiquqnasan, polîsên ku dibin sedemê mirinan, polîs derdikevin pêşa dozgeriyê, di lêpirsînên  ku tên kirin de polîs bê erk dihêlin û lêpirsîn û dosyayên wan tên girtin.

Ji ber ku polîsên dibin sedema mirinan, di derbarê wan de caza pêknayên û serbest tên berdan dibi sedem ku, polîs bi awayekî serbest çekan bi kar bîne.

DIBIN ÇAVAN DE MIRIN DIDOMIN

Bi rexmê ku rexneyên Netewên Yekbûyî (NY)  û Yeketiya Ewrupayê yên di derbarê mirinên dibin çavan de û pêşniyarên ji bo pêşî lêgirtinê jî, li Swêdê dibîn çavan de mirin bizêdebûnê didomin. Di sala 2009’an de 2 kasan di binçavan de jiyana xwe ji dest da, di sala 2011’an de 4 kesan û disala 2012-2013’an de jî 8 kesan jî jiyana xwe ji destan.

Di lêkolînên di derbarê mirinên di bin çavan de hatîn kirin de derdikeve holê ku ji 8 kesên di binçavan de 7 kesên di konrtola dixtoran re derbas nabin.

Disan li gorî lêkolînên ku hatîne kirin, ji kesên ku dibin çavan de mirîne yên ku zêde şarabê divexwine. Îsan di meha Tirmehê de bavê 3 zarokan kesekî 42 salî jiber serxweş bû ji aliyê polîsan ve hatin binçav kirin. Di heman şevê de di karakolê de mirî hat dîtin. Sedema mirina wî ne hat diyar kirin û bê ku îfadeya personelê erkdar bigre piştî du rojan dosya wî hat girtin.

Ji sala  1996’an ta roja me ya îro ji ber mirinên di karakolan de tenê polîsek yan jî gardiyanek ceza ne girtiye. Di derbarê 156 giliyên di derbarê polîan de tenê di derbarê 42’an de  lêpirsîn hatiye destpêkirin.